Li Nashville muzexaneyeke wêneyan li ser çanda Kurdan hat vekirin

25-06-2022
RÛDAW
Li Nashville muzexaneyeke wêneyan li ser çanda Kurdan hat vekirin
Li Nashville muzexaneyeke wêneyan li ser çanda Kurdan hat vekirin
Nîşan Nashville Çanda Kurdî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan û nivîskarê navdar ê Amerîkî Philip Holsinger li ser Kurdan mûzexaneya wêneyan vekir. Beşeke wêneyan taybet in bi çîrokên Kurdan ên li Amerîkayê û Herêma Kurdistanê.

Rojnamevan û nivîskarê navdar ê Amerîkî Philip Holsinger ji Rûdawê re got, "Ez ji aliyê komekê ve hatim wegirtin da ku bêm Nashville û li ser çîrokeke ku di kûrahiya Nashville de ye bixebitim. Ez Rojnamevan û nivîskar im. Ez ne ji Nashville me lê yek ji tiştên ku ez li ser Nashville dizanim hejmareke zêde ya Kurdan li vir dijîn. Ji bo ku çîrokên wan vebêjim diviyabû hin kesan nas bikim û bi rêya wan re çîrokên wan vebêjim. Yek ji malbatên ku min nas kir malbata Nizar Şeranşî bû. Ez bi malbata wî re roja Spasiyê rûnştim, xwarina Kurdî jî hebû. Apê Nizar ji min re behsa wan tiştan ku li Herêma Kurdistanê li pey xwe hiştine, telefona xwe derxist û cihê ku jê re dibêjin bihuşt nîşanî min dan. Bi rastî jî wek bihuştê bû.”

Çîrokên Kurdî yên Nashville, wisa li Philip dike ku biryar dide serdana Herêma Kurdistanê bike, Herêma Kurdistanê û Kurdan baştir nas bike û bi rêya wêneyan çîrokên Kurdan ji civakên din ên Nashville re vebêje.

Philip Holsinger her wiha anî ziman, “Tiştên gelek balkêş hene ji ber ku mirov dibêjin qey Iraq herêmeke şerê ye. Li deverên ku şer lê heye jî malên xelkê hene. Li Herêma Kurdistanê ez çûm ku her tim bi mêvanperwerî û ewlekariya xelkê bandor li min dikir. Ez çûme Hewlêrê û min serdana gelek cihên din jî kirim, ez bûm mêvanê malbata Nizar û malbata Ekrem Barzanî.”

Philip Holsinger serdana Herêma Kurdistanê kiriye û çîrokên Kurdan bi şêweyeke cuda ji Nashvilleyan re vegotiye, “Gelek kes li ser gelê Kurd dinivîsin û heman çîrokê vedibêjin, bi vî rengî nan dixwin, vî karî dikin û van cil û bergan li xwe dikin ev gelekî balkêş in lê ez Nizar û Ekrem nas dikim, hevalên min in. Wan rê dane min ku ez biçime cem malbatên wan û jiyana wan bibînim, ev çîrokeke cûda ye û me di vê projeya Nashville de çîrokên wan vegotin.”

Holsinger heyranê çand û cil û bergên Kurdî ye, lewma hin wêneyên wî li ser şahî û cil û bergên Kurdî ne.

Holsinger her wiha got, “Li vir hûn dikarin çend wêneyên pîrozbahiya Newrozê li Nashville bibînin ku cejneke mezin e. Cilên xweş ên Kurdî her dem li cem xelkê Nashville balkêş in. Gelek kes hene ku haya wan jê tune ku Kurdistan xwedî çandeke dewlemend û kûr e lewma hûn li vir wêneyên cuda yên cil û bergên Kurdî dibînin. Ev ji bo min her tim balkêş in û ev jî dihêle ku mirov meraq bike ka ev kesên ji Kurdistanê kî ne.”

Muzexane beşek ji projeya "Em Nashville in" e ku ji pênc salan zêdetir e dest pê kiriye û wêne jî zêdetir balê dikişînin ser çîrok û çanda civakên Nashville û Tennesseyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst