Dr. Nazand Begîkhanî: Ziman mafê însanbûnê ye

25-05-2024
Rawîn Stêrk
Nîşan Edebiyata Kurdî Ziman Weşanxaneya Avestayê Nazand Bagîkhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û akademisyena Kurd Nazand Bagîkhanî ku li Fransayê dijî li Stenbolê li ser ziman û helbestê konferansek li dar xist.

Nazand Begîkhanî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê dayîkê û da zanîn ku eger însan bi zimanê dayîka xwe nejî û ne xwedî derfeta pêjiyîna zimanê xwe be wê demê ji azadiyê jî dûr dimîne.

Helbestvan Nazand Begîkhaniyê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi amadekariya Weşanxaneya Avestayê konferanseke bi navê “Zingilê Axaftinê” li dar xist.

Di wê konferansê de ku bi modêretoriya Gulper Gunduzê bi rê ve çû, Bagîkhanî him helbestên xwe xwendin û him jî behsa tecrûbeyên xwe yên li welatên cihê kir.

“Ziman însanbûna me diselimîne”

Nazand Bagîkhanî wiha got:

“Ziman însanbûna me diselimîne. Dema behsa zimên dikim helbet behsa zimanê dayîkê dikim ku mirov bi cîhanê diselimîne.

Bi baweriya min dema mirov ji mafê zimanê dayîkê qut bibe ji jiyanê jî qut dibe.

Dema mirov bi zimanê dayîka xwe bijî di navbera mirov û cîhanê de pêwendî çê dibe.

Eger nebe azadiya mirov jî nabe. Eger mirov bi zimanê dayîka xwe ne jî, bi maneya komeletatî û û rihî menfî dimîne.

Wekî mirovê pileya duyem dimîne. Eger him kur û hem jin be ew rewşa neyînî duqat dibe.”

Begîkhaniya ku ew 37 sal in li derve dijî û li Fransa mamosteya zanîngehê ye wiha pê de çû:

 “Dema ez 13 salî bûm Kurdî hebû lê pişt re rejîma Baasê her tiş qedexe kir û her tişt bû bi Erebî.

Ew jî bo min bû demeke radîkal û barekî giran ê derûnî û jiyanî kete ser milê.

Ez li zimanê xwe yê şêrîn qut bûm û eleqa min digel ew zimanê min yê şirîn qels bû.”

Begîkhanî ku di demeke nêzîk de pirtûkeke wê ya nû çap dibe heta niha 6 pirtûk bi Kurdî, çend berhem jî bi Fransî û Îngilîzî nivîsîne.

Nazand Bagîkhaniyê li Stenbolê li ser ziman û helbestê konferansek li dar xist

Atolyeya wê hatiye qedexekirin

Begîkhanî ku di hatina xwe ya Stenbolê de atolyeyekê li Zanîngeha Galatasarayê li dar bixe, eşkere kir ku ew xebat bêyî ku sedemek bê nîşandan hatiye qedexekirin.

Begîkhanî ku di malbata wê de gelek kes ji hêla rejîma Baasê ve hatine kuştin demekê jî di zindana Baasê de maye.

Begîkhanî di heman demê de şêwirmendiyê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û li ser asta cîhanê gelek xelat wergirtine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst