Li Dîlokê mezintirîn pêşangeha pirtûkan birêve diçe

Dîlok (Rûdaw) - Li Dîlokê mezintirîn pêşangeha Tirkiyê û Bakûr a pirtûkan tê li lidarxistin. Pêşangeh ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ve li Navenda Fûarê ya Orta Dogu birê ve diçe. Di pêşangeha ku 415 weşanxane ji Tirkiyê û Bakûr beşdar in tekane weşanxaneya Kurdî ya ku beşdarî pêşangehê bûye, weşanxaneya Nûbihar e. Pêşangeh di 21ê Gulanê destpê kir û dê 29ê Gulanê de bi dawî bibe.

Piştî rakirina qedexeyên koronayê li Bakûrê Kurdistanê pêşangehên çandî û hunerî zêde bûne. Di demên dawî de di navnera 13-22 Gulanê de li Meletiyê pêşangeha pirtûkan birê ve çû. Pêşangeha pirtûkan a Semsûrê ku 20ê Gulanê de destpê kiribû heta 29ê Gulanê dê dewam bike. Pêşangeha pirtûkan a Bedlîsê jî dê di 25ê Gulanê de destpê bike û di 29ê Gulanê bi dawî bibe.

Pêşangeha ku di 21ê Gulanê de destpê kir di warê beşdarbûna weşanxane û beşdarbûna nivîskaran de li ser asta Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê pêşangeha herî mezin e. Îsal jî ji tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 415 weşanxane bi 3 milyon pirtûkan beşdarbûne.

Serokê Karên Werzişê yê Şaredariya Dîlokê Zekeriya Efilogl got “Pêşbîniya me ew e ku heta dawiya pêşangehê 650 hezar kes dê seredana pêşangehê bikin înşellah. Hedefa me jî ew e.”

Pirtûkfiroş Mihemed Dûman dibêje “Pirtûken Kurdî jî ji vî milletî re lazim in, ji me re lazim in, ji gêncan re lazim in, ji extiyaran re lazim  in, lazim bû weşanxaneyên Kurdî zêde bûna, lê mixabin herçiqas em razî nîbin jî li pêşangehê tene weşanên me hene.”

Di çarçoveya çalakiyan de heta bidawî hatina pêşangehê ji weşanxaneyên cûda cûda 380 niviskar jî dê bi wînerên xwe re werin ba hev û pirtûkên xwe îmze bikin.

Pirtûkfiroş Fûnda Kor diyar kir “Ji ber ku cîhê pêşangehê dûr e bi rastî min eleqeyek wiha zedê hêvî nedikir. Lî bi xêra şaredariyê û serwîsan eleqeyek mezin çêbû.”

Pirtûkfiroş Keverne Zorlû got “Eleqeyek gelek mezin heye. Carna em jî pê re nagihîjin.”

Nivîskar Çîgdem Koroglû ragihand “Bi rastî pir atmosferek pir xweş heye. Hem şaredarî, hem welatî hem jî xwîneran derfetek awha dane me ev jî gelek xweş e.”

Navenda pêşangeha pirtûkan 14 kîlometre ji navenda bajêr dûr e, ji ber wî jî ji bo asayîbûna ragihandina bo pêşangehê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ji sê xalên cûda ên nav bajêr bê berdêl bi otobusan seferan dikin.

Mamoste Hîlal Yildiz destnîşankir “Em geriyan me fûarê jî eciband. Me danûstendina pirtûkan kir û emê bîstek din vegerin.”

Perwerdekar Hasan Kalenderlî diyar kir “Li xwendekaran binêre ka, divê bixwînin ku ew nexwînin dinya birê ve naçe.”

Xwendekar Mihemed Ogûzcan dibêje “Hebûna gelek cûrê pirtûkan pir baş e, lê biha ne gelek biha ne lê eleqeya bihabûna pirtûkan bi pêşangehê nîn e, ji xwe abory xirab e.”

Mamoste Fatma Altûnay ragihand “Ji ber em gelek ji pirtûkan hezdikin hatin. Hemû nivîskaran em meraq dikin, li berhemên hemû weşanxaneyan  bi merak em dinirxînin.”

Endezyarê Makînê Mihemed Sabûncû “Eleqeya zêde ya xwendekaran baş e, înşellah hemû zarokên vî welatî dê bixwînin. Em hêviya  berdewamî ya çalakiyên bi vî rengî dikin.”

Di pêşangeha îsal de ji 50 zanîngehên Tirkiyê jî dê beşdarî çêbin û pêşbînî ew e ku heta 29ê Gulanê ku dawî roja pêşangehê ye dê ji dibistan, dibistanên navîn, lîse û zaningeh jî di tev de 500 hezar xwendekar seredana pêşangehê bikin.