Zarokên Efrînî bi stranan bajarê xwe tînin bîra xwe

25-04-2020
RÛDAW
Hejmarek zarokên Efrînê li konê koçberiyê stranan li ser bajarê xwe dibêjin
Hejmarek zarokên Efrînê li konê koçberiyê stranan li ser bajarê xwe dibêjin
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek ji zarokên Efrînê, dema ku bi naçarî ji bajarê xwe derketin biçûk bûn, bajarê wan nayê bîra wan, lê niha beşeke ji wan Efrîn weke wêneyekî gelekî xweşik û ciwan di mejiyê xwe de çêkirine.

Beşek ji zarokên koçber ên Efrînê li konekî Kampa Şeheba li ser bajarê xwe stranan bêrêkirinê dibêjin.

Wan zarokan li ser bajarê xwe stranek çêkirine, ew di stranê de dibêjin, axa Efrînê axeke gelekî pîroz e û li dinyayê hemû bigerî jî weke wê axê xweş nabînî.

Ew zarok bi zorê ji mala xwe hatiye derxistin û êdî kolanên Efrînê û lîstinên wan tenê bûne bîranîn, di mala wan de Erebên hawirde û çekdarên xerîb bi cî bûne, dagîr kirine.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.

Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê herêmê ji ber êrişan aware bibûn û niha jî li şûna wan malbatên ereb hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst