Dengên Bakur: Arşîveke dewlemend a stran û muzîkên Kurdî

25-03-2020
RÛDAW
Bernameya "Dengên Bakur" li ser pêşniyara Rûdawê hate amadekirin
Bernameya "Dengên Bakur" li ser pêşniyara Rûdawê hate amadekirin
Nîşan Dengên Bakur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û stranbêja Kurd Rewşan Çeliker bernameya Rûdawê ya bi navê “Dengên Bakur” ku berî 6 salan hatibû amadekirin û weşandin, li ser hesaba xwe yê Yotutube ya şexsî belav kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê, sala 2014 di çarçoveya proje û hewldanên xwe de yên bi mebesta parastin û zindîkirina wan stran û awazên ku tirsa nemana wan heye û ji bo lêkolînên li ser wan stran û awazan, bernameyeke taybet amade kiribû.

Bernameya bi navê “Dengên Bakur” bi berhemanîna Çekdar Erkiran, derhêneriya Mehtap Bayer û pêşkeşvaniya Rewşan Çeliker hatibû amadekirin.

Dengên Bakur ku ji 13 beşan pêk tê, ezmûneke nû bû di medyaya Kurdî de û di vê bernameyê de dewlemendiya stran û awazên Kurdî, bi taybet li Bakurê Kurdistanê hat nîşandan.

Bernameya Dengên Bakur di dema weşanê û salên paşê de jî rastî pêşwazî û eleqeyeke mezin a xelkê Kurdistanê hat. Lînkên wê bernameya Rûdawê li hesabên Youtube yên Tora Medyayî ya Rûdawê hene û her kesê ku bixwaze dikare li wan temaşe bike.

Hunermend û stranbêja Kurd Rewşan Çeliker ku bi xwe pêşkêşkariya bernameyê dikir, duh 24ê Adarê beşek ji vê bernameya Rûdawê, li ser hesabê xwe yê şexsî li Youtubeyê belav kiriye.

Li gor prensîpên cîhanî, hemû mafên bernameya Dengê Bakur, ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê parastî ne û tenê bi logo û amajekirina bi navê Rûdawê, her kes dikare beşên wê bernameyê li ser hesabên xwe yên civakî belav bikin û bikar bînin.

Tora Medyayî ya Rûdawê tekezî li ser parastina hemû mafên belavkirina bername û berhemên xwe dike û daxwaz ji hemû aliyan dike, ku rêz li wê yekê bigirin û tenê bi logo û bi amajekirina bi navê Rûdawê, berhemên wê belav bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst