Xelatgirên Berlinaleyê ji Rûdawê re axivîn

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Berlinale Xelat Hirça Zêrîn Hirça Zîvîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelatgirên 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê ji Rûdawê re axivîn.

Di 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê de 20 fîlman ji bo xelatên Hirça Zêrîn û Hirça Zîvîn rikaberiyê kir.

Di Berlinaleyê de di warê fîlma herî baş de fîlma “Dahomey” xelata “Hirça Zêrîn” wergirt. Derhênera Fransî-Senegalî Matî Diop xelat wergirt.

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê 15ê Sibatê dest pê kir û îro bi dawî dibe.

Lîstikvana Amerîkî Emily Watson ku du caran bûbû namzeda Oscarê jî bi fîlma bi navê "Small Things Like These" Xelata Lîstikvana Alîkar a Herî Baş a Hirça Zîvîn wergirt.

Listikvana Amerîkî Emily Watson piştî xelatê bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest da.

Rûdaw: Ez naxwazim zêde wextê we bistînim, li Kurdistanê gelek heyranên te hene. Ez yek ji wan heyranên tê me. Di sînemayê de roleke we ya mezin heye. Çi wateya bidestxistina xelata îro heye?

Emily Watson: Bi rastî hesteke ecêb e, ku mirov di nav hemû sînemageran de be, ciwan û kal be, hemû jêhatî ne û hûn wisa hîs dikin ku salon ji bo serkeftinê birçî ye û mirovên ku dixwazin çîrokên xwe bibêjin, bimînin, hene û ev hesteke taybet e ku mirov beşek ji vê be.

Rûdaw: Niha ku gelek nakokî hene, sînema dikare di siyasetê de rol bilîze”

Emily Watson: Bê guman. Ya ku em îro di sînema û televizyonê de hîn bûne ev e û tevdigerin û hîs dikin ku em mirov in.

 

 

"Dahomey" ne tenê belgefîlma ku di beşa xwe de xelata yekem wergirtibû. Di pêşbirka Encounters a festîvalê de fîlma Guillaume Cailleau û Ben Russell bi fîlma bi navê "Direct Action" pileya yekem bi dest xist.

Derhênerên Fransî Guillaume Cailleau û Ben Russell ku di beşa Juriya Encounters de xelata "Fîlma herî baş" wergirtibûn, ji nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest re axivîn.

Guillaume Cailleau: Ev xelat pir, pir baş bû, ji ber ku ev demeke dirêj e em li ser vê projeyê dixebitin. Pejirandina giringiya vê fîlmê ji alîyê jûriyê ve ji bo me tiştekî pir baş e û ji bo tiştên ku me di vê fîlmê da kirin gelek wateya xwe heye.

Rûdaw: Ez bawer im heta ku we ev fîlm çêkir, hûn rastî gelek zehmetiyan hatin. Ma we hêviya tiştekî wisa dikir?

Guillaume Cailleau: Me pêwîst dît ku em fîlm bi vî awayî çêkin. Ev encam ku em li vir li Berlinaleyê ne û wergirtina du xelatan, surprîzeke mezin bû. Lê di heman demê de tê wê wateyê ku em fîlm fêm dikin û fîlm bi rengekî ku ji bo vê qonaxê pêwîst be diaxive.

Rûdaw: Ev serpêhatî ji bo we çawa bû? Her weha, we pêşwaziya fîlmê çawa dît?

Guillaume Cailleau: Pir xweş bû ku em li vir bûn ji ber ku me karîbû reaksiyonên mirovên cihêreng bibînin, ka mirov çawa di vê fîlmê dirêj de fîlimên xwe dibîne. Yanî tu di vî fîlmî de tiştekî dibînî, û ji ber wê, tu xwe xurt hîs dikî, û hin kes piştî pêşandanê tên cem me û dibêjin ku dema tu fîlmê dibînî, tu dikarî hin guhertinan bikî, ev ji bo me tiştekî baş e.

Rûdaw: We Berlinale çawa dît? çawa bû?

Ben Russell: Mixabin min li gelek fîlman temaşe nekir. Ez ji temaşekirina fîlman pir hez dikim lê pir karê min hebû, ezmûneke pir dewlemend bû. Min sînemagerên din û mirovên ji civatê dîtin ku em di fîlmê xwe da nîşan didin û ev tiştekî gelekî baş bû.

Rûdaw: Pêngava we ya pêş wê çi be? Planên we hene?

Ben Russell: Ji bo fîlm, derfetê dide ku pêşandan li her derê bê pêşkêşkirin, ji ber ku ev fîlm civakeke leşkerî nîşan dide. Fîlm gelek kanalên siyasî nîşan dide, em hîs dikin ku ew tiştek pir bêhempa û nuwaze ye û dê demek dirêj li cîhanê bimîne, ya ku em hêvî dikin ev e.

Rûdaw: We çawa biryar da ku hûn vê yekê bikin stûyê xwe? Ji ber ku şêwazeke Rojhilata Navîn e.

Ben Russeell: Ev Kofî ye, ji ber ku em dixwazin hevxemiya xwe ji bo Filistîniyan ragihînin û dengê xwe bidin hemû dengên ku banga agirbestê dikin û rê li ber komkujiyê bigirin. Pir zelal e ku mijara filmê me siyasî ye û sînema dikare bibe pêngaveke siyasî.

 

Serkeftina derhênerên Filistînî

Belgefêlma "No Other Land/Welatekî Din Tine" ku Basel Adra, Hamdan Ballal, Yuval Abraham û Rachel Szor dêrhêneriyê wê dikirin Xelata Belgefîlma Herî Baş wergirt.

Belgefîlmên çalakvanan mora xwe li Festîvala Fîlman a Berlînê xist. Di Festîvala ku gelek derhênerên mezê tê de beşdar bûn, daxwaza rawestandina êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê hat kir.

Basel Adra û Hamdan Ballal ji nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest re axivîn.

Rûdaw: Me derbarê fîlmê te da gelek tişt bihîstin. Hesteke çawa ye ku te vê xelatê wergirt?

Basel Adra: Pir girîng e ku me xelata Belgefîlma Herî Baş wergirt. Ev belgefîlm ji bo me hemûyan bû ezmûna yekem. Ev jî girîng e ku em sibe Xelata Temaşevan bi dest bixin. Ev yek pir girîng e ji ber ku van salan min wêneyê jêbirin û wêrankirina civaka me bi destên hêzên dagirker ên Îsraîlê, buldozerên wan û avakirina kampên Cihûyan ku ew malên me hilweşînin kişandine. Min ji xwe pirsî, gelo mirov ê bala xwe bide vê yekê, dê kes van vîdyoyan temaşe bike?

Pênc sal berê dema ku min bi Yuval û herwiha du derhênerên din, Rachel û Hamdan re dest bi xebata li ser fîlm kir me heman pirsan ji xwe dipirsin û me meraq dikir gelo dê bala mirovan bikişîne? Îro, bi kêmanî me bersiva ku mirov dixwazin van vîdyoyan temaşe bikin wergirt.

Ez wisa difikirim ku ev vîdeo ji bo mirov fêr bibin ku li ser vê dagirkeriya hovane ya ku di hewildanên xwe yên ji bo derxistina me Filistîniyan ji ax û malên me de yek kêliyek jî ranaweste. Em dixwazin ku mirov di dema temaşekirina fîlmê de ne tenê xemgîn bibin, di heman demê de tevbigerin û zextê li hukûmeta xwe bikin ku vê dagirkeriyê rewestînin û nehêlin ku ew berdewam bikin.

Rûdaw: We li ser platformê axaftinek pir xweş kir. Ma ev xelat we teşwîq dike ku hûn bêtir bikin?

Hamdan Ballal: Ez difikirim ku xelat dibe ku girîng be lê wekî ku Basel behs kir ya ku ji min re teşwîq dike ev e Dibînim ku mirov ji temaşekirina vî fîlmî bandor dibin û dibin şahidê neheqiya ku diqewime. Ji ber newekheviya di navbera me de, ez di bin qanûna medenî de dijîm, lê Basel 30 deqîqe dûr e û di bin qanûna leşkerî de dijî. Wî qet deng neda lê mafê min heye ku beşdarî hilbijartinê bibim.

Divê ev bi dawî bibe, dê heta kengî berdewam bike? Divê ev neheqî û neheqî raweste. Bi ya min cihê hêviyê ye ku dema mirov van tiştan bibîne, fêm bike û hîs bike, ew dê bêtir biguhere. Ji ber ku pêwîstiya me bi çareseriyeke siyasî heye.

Di warê senaryoya herî baş de bi senaryoya fîlma “Dying/Mirin” senarîstê Alman Matthias Glasner hêjayî xelata Hirça Zîvîn hat dîtin.

Matthias Glasner bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest da.

Rûdaw: Pîroz be. Ji bo we çi rojek mezin e! We îro sê xelat girtin. Lê ez dibînim tu pir bêdeng î. Te berê ji min ra gotibû ku tu jî wekî dê û bavê xwe hîs dikî û giyanên wan li cihekî aram in. Me hevpeyvînek kiribû. Tu niha çawa hîs dikî?

Matthias Glasner: Ez niha xwe pir aram hîs dikim ji ber ku jiyana min xweş e, zarokên min mirovên pir baş in, fîlma min bertekek baş wergirt, hestek pir xweş e û ez qebûl dikim.

Rûdaw: Eger ez li şûna te bûma ez dê bi stres bûma lê tu pir aramî?

Matthias Glasner: Bê guman ez bi stres im lê armanca min di jiyanê de ew e ku ez her tiştê ku diqewime qebûl bikim, baş an xirab, ez hewl didim ku bêhêvî nebim an jî heke tiştek baş çêbibe ez hewl didim ku zêde ber nekevim û hewl didim ku aram û vekirî bim.

Rûdaw: Berlinale çi da we?

Matthias Glasner: Berlinale girseyeke mezin a bi hezaran temaşevan da min. Her roj li kolanê tên cem min û ji min re dibêjin ku wan çiqas ji fîlmê hez kiriye û çawa bandor li wan kir û jê fam kirine. Ev tiştekî pir baş e, ji ber ku Berlinale ye, ev tê wê wateyê ku di nava çend rojan da gelek kesan li fîlm temaşe kiriye. Ev ji xelatê gelekî girîngtir e. Ez ji xelatê kêfxweş im lê ya girîng ew e ku mirov vê bibînin. Spas.

 

Li aliyê din Sebastian Stanê ku bi fîlma “A Different Man” bû xwediyê Xelata Lîstikvanê Herî Baş a Hirça Zîvîn ji Rûdawê re wiha axivî:

Rûdaw: Gelek spas ji bo ku we dem ji bo me veqetand. Min beriya nîşandana fîlmê bi we re hevpeyvînek kir. Bandora temaşevanan gelek li ser we hebû.

Sebastian Stan: Aha erê li ser xalîçeya sor.

Rûdaw: Erê li ser xalîçeya sor. Tu niha çawa hîs dikî û ev xelata îro tê çi wateyê?

Sebastian Stan: Ez gelek spasdar im, ez hest dikim ku fîlma min ji hêla yek ji baştirîn festîvalên sînemayê yên Ewropayê ve hat pêşwazî kirin. Ez difikirim ku sohbeta min bi derhêner Arn re li vir li Berlînaleyê pir xweş bû, û hilberîner û tevahiya tîmê me gelek spasdar in ku fîlma me bi rengekî tê ecibandin. Ji bo min, ez li dîroka vê festîvala fîlman dinêrim, li fîlmên ku li vir in, û lîstikvanên ku li vir bi rûmet in, mîna Paul Newman, Sean Penn, Denzel Washington, û Sam Louwyck, û lîstikvanên din ên ku vê kêliyê dijîn. Min ji biçûkatiya xwe ve dixwest bibim lîstikvanek baş. Ev hesteke pir xweş e.

Rûdaw: Spas

Sebastian Stan: Gelekî spas.

 

Derhêner Bruno Dumont bi fîlma "L’ Empire" xelata Hirça Zîvîn a Juriyê wergirt.

Derhêner û senarîstê Fransî Bruno Dumont li ser festîvalê û xelata ku wergirtiye ji Rûdawê re wiha anî ziman:

“Bi gelemperî ez tiştekî hêvî nakim, ji ber vê yekê ez pir kêfxweş im. Ez ji xelata bi ekîbê re kêfxweş im, ez kêfxweş im ku bi ekîb, lîstikvan û tîmê veberhênanê re dixebitim. Ev xelata tiştê ku me kiriye ye û ji bo fîlimê girîng e.

Na, ez tiştekî din dikim, ez bi zarokan re fîlmekî çêdikim, di rojên pêş de. Ez hez dikim ku hemî celebên sînemayê biceribînim, ne tenê heman tiştî dubare bikim. Tiştê ku peyda bû komedî bû, ji ber vê yekê ez bêtir ber bi trajedî û dramayê ve diçim. Ez ji hemû cureyên sînemayê hez dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst