Hunermendê Kurd Seîd Yûsif li Qamişloyê hate bibîranîn

25-02-2022
RÛDAW
Hunermendê Kurd Seîd Yûsif
Hunermendê Kurd Seîd Yûsif
Nîşan Hunermendê Kurd Seîd Yûsif Mîrê Biziqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Mîrê Biziqê Seîd Yûsif di duyem salvegera koçkirina xwe de li Qamişloyê hate bibîranîn.

Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif îro di duyem salvegera koçkirina xwe de bi vexwendineke malbata wî û bi beşdariya gelek kesayetên hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar li Qamişloyê hate bibîranîn.

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif ku wek Mîrê Biziqê jî tê naskirin di sala 1947an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Seîd Yûsif di 26ê Sibata 2020an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir û li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hate veşartin. Wî bi xwe piraniya gotinên stranên xwe daniye û awaz kiriye. Seîd evîndarê bajarê Qamişlo bû ku bi saya strana wî Qamişlo wek bajarê evînê tê naskirin û binavkirin.

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif yekem hunermend bû ku Biziqê aniye Cizîra Rojavayê Kurdistanê û hemû temenê xwe da huner û muzîka Kurdî. Wî bi dehan kaset û bi sedan stranên nazik û xweş li pey xwe hîştin.

Seîd Yûsiv li bajarê Qamişloyê ji dayik bû û lê hate veşartin jî. Têkiliyeke balkêş di navbera Seîd û Qamişloyê de hebû.

Bêhna Qamişlo ji jenîn û awazên wî difûriya. Seîd bû Qamişlo, Qamişlo jî bû Seîd û bi saya strana wî ya bi navê (Qamişlo bajarê evînê) êdî Qamişlo bi navê bajarê evînê tê naskirin.

Seîd ku wek mîrê bizqê dihat naskirin, bi hunera xwe li hemû aliyên Kurdistanê û li cîhanê jî deng dabû. Lê dilê wî her li Qamişloyê lê dixist.

Seîd Yûsiv ku 26ê sibata 2020an koça dawî kir, sala 1980 strana xwe ya navdar Qamişlo bajarê evînê tomar û belav kir. Niha gotinên vê stranê li ser gora wî hatine neqişandin.

Seîd Yûsivê dilnazik di helbesta Qamişlo bajarê evînê de wiha dibêje:

Qamişlo Bajarê Evînê

Cihê govenda û civînê

Heger tu bi xwe evîndar î

Li wê ye dermanê birînê

 

Keçên wê tevde pir ciwan in

Xortên wê hemû dilovan in

Kalên wê pir mêr û giran in

Jinên wê wek zêrê li xezînê

 

Derî divebê li ber mêhvana

Bi cî tînin soz û peymana

Lawên wê wek şêrê çiya ne

Her kes welat li bîrê tînê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst