Mihemed Elî Şakir zêdetirî 50 salan xizmeta hunera Kurdî kir

24-12-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Hunermend Mihemed Elî Şakir îro koça dawî kir
Hunermend Mihemed Elî Şakir îro koça dawî kir
Nîşan Mihemed Elî Şakîr Kurd Hunera Kurdî
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) - Hunermend Mihemed Elî Şakir zêdetirî 50 salan xizmeta hunera Kurdî kir û 300 stran ji gotin û awazên xwe ji hunera Kurdi re hişt û awaz ji 47 helbestan re danî.

Hunermendê kevnar yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir, stranbêj û helbestvan, ku ji bajarê Serê Kaniyê ye û sala 1946an jidayîk bûye, îro bi Corona koça dawî kir.

Sead Ferso, hunermend, dibêje Mihemed Elî Şakir “tesîreke mezin li ser strana Kurdî kir û gelek kesan dan ser şopa wî û awaz çê kirin. Çûna wî gelek zehmet bû li ser miletê Kurd, li ser hunermendan.”

Ji tirsa belavbûna zêdetir ya vayirosa korona , konê şînê nehatiye vegirtin,lê li bajarê amûdê ku li wir bi axê hat sipartin, xatûn li dûra xanima wî Gulcîhan Heresan, kombûne, ew jî ji wan re behsa jiyan û mirina wî dike.

Gulcîhan Heresan, xanima Mihemed Elî Şakir, wiha behsa jiyan û mirina hevjînê xwe dike, “Dinya li ber çavê me reş bûye. Ji min re digot, `mirina min nêzîk bûye`.”

300 stran ji gotin û awazên xwe ji hunera kurdi re hişt û 47 helbest ji helbestên weku Cegerxwîn,  Seydayê Tîrêj û Bê Buhar, awaz ji wan re danîne.

Mihemed Elî Şakir

 Sala 1946 li Dirbêsiyê ji dayik bû. Zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Helebê xwend. 1968 çû Serê Kaniyê û bû mamoste.

Mihemed Elî Şakir 1963 dest bi karê hunerî kir. 1968 wî û Mehmûd Ezîz yekem stran çêkirin. Nêzîkî 300 stran û helbestên wî hene.

Gelek hunermendan stranên wî gotine wek; Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir, Şehrîbana Kurdî û Gulîstan Perwer, Mistefa Xalid, Berdan Mardînê, Cemîla Mistefa û Zoya.

i stranên wî: Keçika Kurdî Me, Eyd û Erefat û Li Ber Dilê Min Pir Şêrîn e. Piştî ku Serê Kaniyê kete destê Tirkiyê, koçber bû û li Amûdê bi cî bû.

Mihemed Elî Şakir îro, 24.12.2020 li Qamişlo koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst