Hunermendê Kurd Mihemed Elî Şakir bi Coronayê koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar yê ji Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir, îro serê sibehê demjimêr 6, di temenê xwe yê 74 salî de koça dawiyê kir.

Roja Çarşema borî, encama pişkinîna Coronayê ya Mihemed Elî Şakir derketibû û li Nexweşxaneya Jiyanê ya taybet bi Corvîd 19 li Qamişlo dihate çareserkirin.

Lê ji ber giraniya nexweşiyê, hunermend Mihemed Elî Şakir îro serê sibehê demjimêr 6 li Qamişlo koça dawiyê kir.

Mihemed Elî Şakir di sala 1946an de li Dirbêsiyê jidayik bûbû û di jiyana xwe de bi sedan stran ji gotin û awazên xwe afirandin û gelek hunermend û stranbêjên Kurd ên weke birayê wî yê jê biçûktir Mehmûd Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo, Gulistan Perwer, Şehrîbana Kurdî, Berdan Mardînî, Zoya, Cemîla Mistefa û Mistefa Xalid stranên wî gotine.

Biryar e îro hunermend Mihemed Elî Şakir li goristana Amûdê were binaxkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê pêştir di meha Îlonê de li studyoya Qamişloyê bernameyek li gel wî hunermendê navdarê Rojavayê Kurdistanê kiribû.

 

 

Hunermend Sefqan Orkêş ku di bernameya Awazên Rojavayê Kurdistanê ya Radyoya Rûdawê de, mêvandariya hunermend Mihemed Elî Şakir kiribû, îro li ber deriyê nexweşxaneya ku ew hunermend têde koça dawî kiriye, ji Rûdawê re ragihand, hunermend Mihemed Elî Şakir di wan 10-15 rojên dawî de ji sedî sed nedizanî ku bi Coronayê ketiye, heya ku me ew anî Nexweşxaneya Jiyan a Covid-19 û me test jê re çê kir, ku derket bi Coronayê ketiye.

Sefqan Orkêş herwiha got, Mihemed Elî Şakir van demên dawiyê gelek dixwest vegere Serê Kaniyê û gelek behsa Serê Kaniyê dikir û kula wê di dilê wî de bû.

Li ser kesatiya wî hunermendî jî Sefqan ji Rûdawê re da xuyakirin, ku Mihemed Elî Şakir ji nifşê hunermendên mezin ên weke Mihemed Şêxo, Seîd Yûsif û Seîd Gabarî bû û nemana wî valahiyek mezin di hunera Rojavayê Kurdistanê de çê dike.