Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdsitanê, ji ber kar û xebatên wî yên hunerî spasname û plaket diyarî Ciwan Haco kir.
Plaket û spasname ji aliye Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Kadîr Rahem ve hat dayîn.
Ciwan Haco dîmenên girtina plaket û spasnameya xwe li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.
Di spasnameyê de ev axaftin cih digirt:
“Spasname ji bo hunermend Ciwan Haco,
Li ser navê herêma Kurdsitanê, dixwazim ji bo xizmeta te ya bi dehsalan a hunera Kurdî, hurmet û hezkirina xwe ya germ pêşk bikim.
Hunera te, destpêka pêşxistina stîleke taybet a serbixwe ye. Herwiha pirên sexlem di nav Kurdên li diyaspora û Kurdistanê de afirandiye.
Şiyan û qabiliyeta te ya bêhempa ya hunerî sînor bezandine. Stranên te xwe gihandiyne kûrahiya dilê nifşên cuda.
Bi milyonan mirov, bi stran û muzîka te re sebir û hedana xwe anîne, hêz jê wergiritine. Hestên aidiyet û hevrebûnê peyda kirin e.
Bila ev mirasa te ya birûmet her û her geş be û bibe îlham ji nifşên nû re.”
Shoresh Kadir Rahem, li ser navê hikumeta Kurdistanê, nameyek û tabloyek diyarî Ciwan Haco kir ji bo kar û xebata wî ya hunerî. pic.twitter.com/Wr7mcWl4uJ
— Ciwan Haco (@ciwan_haco) October 23, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse