Tîma Wanê di 3 kategoriyên govendên gel de bû yekemîn

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma govendên gel a Wanê li Bedlîsê di 3 kategoriyên pêşbaziya herêmê ya govendên gel de bû yekemîn.

Federasyona Govendên Gel a Tirkiyeyê li nevçeya Xelatê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê pêşbaziya herêmê li dar xist.

Ji bajarên Bakurê Kurdistanê yên Wan, Bedlîs, Colemêrg, Sêrt, Şirnex û Mûşê tîm beşdarî pêşbaziyê bûn.

Pêşbazî, wekî 4 kategoriyên ku ji biçûk, navdar, ciwan û mezinan pêk tê, hat lidarxistin.

Dê beşdarî fînala Tirkiyeyê bibin

Ji piçûkan Kulûba Sporê ya Dibistana Navîn a Gola Wanê, ji ciwanan Kulûba Çand û Hunerê ya Îpekyoluya Wanê, ji mezinan jî Kulûba Huner û Sporê ya Wan Urartuyê di pêşbaziyê de bûn yekemîn.

Ekîbên ku bûn yekemîn, dê li parêzgeha Denizliyê ya Tirkiyeyê beşdarî fînala Tirkiyeyê bibin.