Li Moskowê Festîvala Gul û Kulîlkan hat sazkirin

24-07-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Moskow Festîvala Gul û Kulîlkan
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Li Moskowa paytexta Rûsyaê li nêzîkî avahiya Kremlînê, Festîvala Gul û Kulîlkan birêve dice. Di fastîvalê de nêzîkî 100 hezar cûreyên gul û kulîlkan hatine pêşandan û qada festîvalê bi rengê cûda yên gul û kulîlkan hatiye xemilandin. Xelkên serdana Festîvalê dikin kêfxweşiya xwe tînin ziman û wêneyên xwe li ber van kulîkan dikişînin.

Kemerên kulîlkan, Baxçeyên daleqandî, Giravên tropîkal. Ew gulistana li kolan û meydanên Moskowê, ji aliya dîzaynerên bergehê ve, bi boneyê Festîvala Gul û Kulîlkan a bi navê ‘Rîçala Kulîlkan’ hatine afirandin. Ji bo vê ciwaniyê nêzî 100 hezar cûre kulîlk û nebat û şînkayiyên cur bi cur ên zindî hatine bikaranîn.

Wênekêş Svetlana Neznanova got “Moskow bûye gulistan. Ev kulîlkên ciwan dîmena bajêr bi tevayî guhertine. Her kesê ku serdana vê derê dike, dixwaze van li ber van dîmenan wêneya xwe bigre. Ez jî wisa dikim.”

Endaziyarê IT Nikita Mixailov “Ez bi tesadufî hatim. Bi sedan cûreyên gul û kulîlkan hene. Bi rastî ez navê wan hemûya nizanim, weke ku dayika min û destgirtiya min dizanin. Kulîlkên gelek ciwan û rengareng hene, û bînxweş in.  Pir kêfxweş bûm.”

Bajarokê kulîlkan tam li navenda Moskowê, li ber dîwarên Kremlînê hatiye avakirin. Dîzayner hewil dane dîmeneke ji çîrokên rojhilatî bidin vê bajarokê. Bû guman ji bo evîndaran jî, mekaneke ji vir ciwantir, zehmete ku bê peydakirin.

Zavayê bi navê Maksîm Oreşkîn “Em pir bextewer û kêfxweş in. Hatina vê derê jî, em hîn xweşbextir kir.”

Bûka bi navê Anastasiya Oreşkîna “Bê guman, me ji berê de plan kiribû ku bên vê derê. Pir xweşa me hat ev gulistan. Em bextewer in!”

Festîvala Kulîlkan bûye ciyê herî sereke ji bo ziyreta şêniyên bajêr û geştiyarên ji herêmên dûr ên Rûsyayê. Lewre îsal, ji ber dorpêçên li ser Rûsyayê, derfet tune ku bi mîlyonan welatiyên Rûsyayê seferê derveyî welêt bikin.

Geştiyara ji bajarê Saratovê Nataliya “Min berê gulistaneke weha nedîtibû. Ez ji herêmeke dûr hatime û pir şa bûm ku vê ciwaniyê bi çavên xwe dibînim. Spas hemê dîzayneran ku vê baxçê gulan çêkirine.”

Geştiyara ji bajarê Saratovê Olesya  Neznanova “ Em bi balbatî ji bajarê Sareatovê hatine, wek geştiyar. Kurê min îsal pola 3an bi serkeftî temam kir û vê geştê, min jê re wek diyarî  pêşkêş kir.”

Festîvala ‘Rîçala Kulîlkan’  ji sala 2017 ve ji aliya Şarevaniya Moskowê ve tê rêkxistin. Piştî du sal navberê ji ber Pandemiyê, îsal paytext Moskowê bi 27 baxçe û gulistanan jinûve hatiye xemilandin. Festîval dê ta nîveka meha Îlonê ji ziyaretvanan vekirî bimîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst