Bilêtên Festîvala Cannesê bi dest nakevin

24-05-2024
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Festîvala Fîlman a Cannesê Bilêt Fîlm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bidestxistina bîletên fîlmên Festîvala Cannesê gelekî dijwar bûye.

Hin hezkiriyên sînemayê 6 saetan li benda bidestxistina bîletekê dimînin.

Gelek kes li ser cade û rêyên diçine nava Festîvala Cannesê rawestiyane, daxwaza bîleteke zêde ji xelkê dikin.

Ev yek ji kultura Festîvala Cannesê ye. Ew kesên ku bîlet bi dest nexistine û dixwazin biçin festîvalê li fîlmekî temaşe bikin li ser rêyên diçine festîvalê disekinin û ji xelkê daxwaza bîletan dikin.

Hinek kes, ji bo bidestxistina bîletekê 4 heta 6 saetan disekinin.

Nabe bilêt were şewitandin

Li Festîvala Cannesê hinek prensîb û rêbaz hene.

Eger we bi awayekî online bîletek stand ji we re kursiyek tê danîn û divê hûn biçin bilêta xwe bistînin û temaşeyî fîlma we xwestiye bikin.

Nabe hûn bêjin taqeta min nîne û ez naçim. Divê hûn bilêta xwe bidin kesekî din ku ew ji wê bîletê sûdmend bibe.

Eger bîleta we şewitî, we navê we bikeve lîsteya reş û careke din dê nehêlin hûn biçin li Cannesê li fîlman temaşe bikin.

Ev rêbazeke exlaqî ye. Eger karekî te derket û tu neçû fîlma ku te bîleta wê standiye divê tu bîleta xwe bidî kesekî din.

Hezkiriyê sînemayê Yahiya Owi, ji Rûdawê re eşkere kir ku hîç hêsan nîne bidestina fîlman. Ew gelekî zehmet e.

Lowis Sarremejean jî amaje bi wê yekê dike ku ew dê bikaribe bîletekê bi dest bixe.

Lewre berê hevalên wî bi wî awayî bîlet bi dest xistin û êdî dora wî ye.

Coralie Brewxê jî diyar dike ku divê ew jî daxwaza biletê li xelkê bike lewre bîleta wê nîne.

Firotina bîletan qedexe ye

Bilêtên Festîvala Fîlman a Cannesê online in û belaş in. Firotina bilêtan jî qedexe ye.

Li Cannesê eger hûn bilêtek bistîn û neçin dê navê we were blokkirin û careke din hûn dê nikaribin biçin li Cannesê li fîlmekî temaşe bikin.

Ew kesên online bilet standine û nikarin biçin biletan xwe belaş didin hevdû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst