Maher Zain straneke bi Kurdî belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê navdar ê cîhanê Maher Zain yekem klîba xwe ya Kurdî ku li Amedê kişandiye weşand.
Maher Zain yekem klîba xwe ya bi kurdî a bi navê "Ey Xefûr û Rehîn" ku li Amedê kişandibû, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî û YouTube weşand.
Zain derbarê stranê li ser hesabê xwe yê Xê bi Kurdî û Îngilîzî parvekirinel kir û wiha got:
Silav xwişk û birayên hêja. Hêvîdarim ku hûn strana min a nû ya bi navê "Ey Xefûr û Rehîm" a bi kurdî biecibînin.
Vê strana bi kurdî ji bo we diyarî dikim. Remezana we bi xêr û bêr be.”
Silav xwişk û birayên hêja. Hêvîdarim ku hûn strana min a nû ya bi navê "Ey Xefûr û Rehîm" a bi kurdî biecibînin. Vê strana bi kurdî ji bo we diyarî dikim. Remezana we bi xêr û bêr be.
— Maher Zain (@MaherZain) March 23, 2024
I’m so excited to share with you my new Kurdish song “Ey Ghafuru Rahim”. I'm so blessed to get… pic.twitter.com/NoXgvBNyxn
Klîba ku berhemên çand û dîrokî yên Amedê nîşan dide, rastî eleqeyeke nezin hat.
Li aliyê din Maher Zain di bernameyeke ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat sazkirin de konserek da.
Gelek kes beşdarî konsera ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê hat lidarxistin bûn.