Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Avestayê ku yek ji weşxanxaneyên herî giring ên Kurdî ye, malpera xwe ya fermî li ser înternetê damezirand û dest bi firoştina pirtûkan ya online kiriye.
Li gor daxuyaniyen Avestayê xwendevanên pirtûkan dikarin li ser malpera wan ya înternetê ji her derê dinê daxwaza pirtûkan bikin û bi dest bixin.
Bi vî awayî hezkirî û şopînerên Avestayê ji îro şûnde dikarin pirtûkên ku ji aliye wêşanxaneya Avestayê hatine çapkirin bidest bixin û bistînin.
Têkildarî destpêkirina firotina pirtûkan bi awayê online, Weşanxaneya Avesta li ser twîtera xwe ragihandiye, “Êdî nebêjin em peyda nakin. Hûn li kû bin, li wî serê dinyayê jî bin, Avesta pir nêzîkî we, li ber destê we ye. Hûn dikarin hemû kitêbên me ji http://avestakitap.com bistînin.”
Bi vê pêngava nû, Weşanxaneya Avesta dixwaze ku pirek asan di navbera xwe û xwendevanên xwe de ava bike û bi rêyek asan bigihîje xwendevanan.
Êdî nebêjin em peyda nakin. Hûn li kû bin, li wî serê dinyayê jî bin, Avesta pir nêzîkî we, li ber destê we ye. Hûn dikarin hemû kitêbên me ji https://t.co/lXpx3n5hOA bistînin.
— Avesta Yayınları (@avestayayin) November 22, 2020
➖
Kitaplara ulaşmak artık çok kolay. https://t.co/lXpx3n5hOA’dan tüm yayınlarımızı temin edebilirsiniz pic.twitter.com/ioBpNYKgd6
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse