Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê: Fokus dê li ser Êzidiyan be

23-08-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Kurdên Êzidî Bawerî Fokus
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Fokusa 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê dê li ser fîlmên baweriya Êzidiyan be.

4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê dê di navbera 18-22yê Îlonê de li Moskowaya paytexta Rûsyayê bê lidarxistin.

Di pêşbirka fîlmên dirêj de 7 fîlm û di pêşbirka belgefîlman de 8 belgefîlm dê werin nîşandan.

Her wiha 14 fîlmên metrajdirêj û 9 fîlmên dokumanterî jî dê cihê xwe bigirin.

Festîval îsal bi giştî giraniyê dide diyaloga navçandî.

Festîval dê careke din sînemager û sînemahezan ji çar aliyên cîhanê ji bo berdewamkirina kevneşopiyên salên borî û di çarçoveya danûstandineke çandî de bîne cem hev û şaheserên rastîn ên sînemaya Kurdî pêşkêş bike.

Erdnîgariya beşdaran pir cihêreng e

Fîlmên ji 12 welatên wekî Kurdistan, Îraq, Tirkiye, Îran, Fransa, Sûriye, Kanada, Holenda û hwd. dê beşdarî festîvalê bibin.

Fokus dê li ser baweriya Êzîdiyan be

4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, fokuseke taybet arasteyî ser fîlmên li ser Êzidiyan û baweriya wan a kevnar a Mezopotamyayê dike.

Ev yek di konsepta posterê festîvalê de xuya dike çimkî sembola navendî ya posterê îsal perê teyrê Tawus e ku semboleke bihêz e ji bo gelê Kurd û nemaze jî di çarçoveya Êzidîtiyê de.

Ev yek girîngiya parastin û bipêşxistina çanda Kurdî ya bi rêya sînemayê radixe ber çavan.

Rengê leylanê yê paşxana posterê jî rengê laçikên jinên Kurd ên bi kevneşopî tîne bîra mirov.

Ev hêman girîngiyê dide girêdana bi çand û kevneşopiyê re ku ji her nifş vediguhêzê nifşê nû.

1emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê sala 2021ê bi awayekî serkeftî hatibû lidarxistin.

Festîvala duyemîn jî sala 2022yan dilê temaşevanan fetih kiribû.

Pêşbikra 3yem bûbû bûyerekê hîn girîngtir û balkêştir ku ji 12ê Çiriya Pêşîn heta 19ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Moskowê pêk hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst