Festîvala folklorê ya herî mezin a Rûsyayê: Kurd û Rûs çiqasî dişibin hev?
Moskow (Rûdaw) - Festîvala hunera Slavî ya bi navê "Meydana Rûsî" li Parka Siruştî ya Kolomenskoye ya paytext Moskowê hatiye sazkirin.
Ev festîval, festîvala folklorê ya herî mezin a Rûsyayê ye.
Vê çalakiya hunerî bi sedan kesayetên afirîner, xemxwirên dîroka Rûsyayê û evîndarên kevneşopiyên wê û jiyana gelêrî anîne cem hev.
Ev Festîval bi çalakî û cilûbergên gelêrî şibahiya di navbera Kurd û Rûsan de jî nîşan dide
“Ji ber ku desptpêka jiyaneke nû ye kincên dawetê rengareng in”
Mamosteya foklorê Natalia Sidorova ya ku ji herêma Orlovê ya Rûsyayê ye got:
“Ev kincê dawetê yê kevneşopaya herêma Orlovê ye.
Kincê dawetê bi giştî ji kiras û sarafan an ku ji dêreyê bêmil pêk tê. Ew wisa fire ye.
Ev jî berdilk, an ku mêzer e. Xemla herî ciwan a dawetê jî kofî ye ku em jê de dibêjin ‘Loboznya’.
Ew bi morî û mircan hatiye nexşandin û li paş wê jî qurdeleyên rengîn hene ku sembola baranê ne.
Ev kûlî û morî jî sembolên baran û tîrêjên rojê ne. Kincên dawetê her tim rengareng in, ji ber ku dawet destpêka jiyaneke nû û xweşbextiyê ye.”
Zêdetirî hezar û 500 nûnerên ji 66 herêmên Rûsyayê û herwiha ji Belarûsê, li qadên cuda afirîneriya xwe ya gelêrî nîşan didin.
Li vê qadê, nûnerên pîşeyên kevneşopiyê, hostatiya xwe û berhemên xwe pêşkêş dikin.
Kûzikvan Vera Çuvîlînayê anî ziman:
“Ez li cem hosteyê herî bi navûdeng ê li Rûsyayê Îvan Poverîn hînî pîşeya kûzikvaniyê bûme.
Ev kûzikên ez çêdikim, mînakên kevneşopiya sedsala 17an a seramîkî ya Moskowê ne.
Wekî hûn dibînin, ew pir şahîk in. Ji ber ku em pêşî wan perdax dikin, anku bi alîkariya amûrekî hesinî tê didin û ew pir şahîk dibin.
Paşê em dipêjin û dûv re em dixin nav şîr û careke din dipêjin.
Du rojan em ziwa dikin û dişon û dîsa dipêjin û ew wisa şahîk dibin.”
Festîval îsal ji bo nirxên kevneşopî û niştîmanperweriyê hatiye terxankirin
Festîvala Hunera Slavî îsal ji bo nirxên kevneşopî û niştîmanperweriyê hatiye terxankirin.
Komên afirîner ên ji herêmên cuda yên Rûsyayê, li ser vê sehneya mezin, govend û stranên gelêrî pêşkêş dikin.
Ev koma piçûk, ji herêma Altayê ya li rojhilata Rûsyayê beşdar dibe.
Serokê koma Yarmarkayê ya herêma Altayê Pavel Tokarev li ser amûra Balalaykayê wiha got:
“Navê vê amûra qerase Balalayka ye. Ew ji hemû Balalaykayên Rûsî ya herî mezin e û kotrabas e.
Li cem me, şeş cureyên vê amûrê hene. Agahiyên pêşîn li ser vê amûrê di çavkaniyên sedsalên 12an û 13an de hatine tomarkirin.
Lê paşê mixabin şer û tevliheviyan rû da û ew amûr hate jibîrkirin û sedsala 18an ji nû ve hat sazkirin.
Ev jî amûreke fûyî ‘Jaleyka’ ye. Va ye amûrên me yên balkêş wiha ne.”
Festîval çanda Slavî temsîl dike
Ji bo mêvanên festîvalê, cihên cuda yên tematîk hatine veqetandin ku tê de master-class, lîstikên şanoyê û heta pêşana modayê têne pêşkêşkirin.
Festîvala Meydana Rûsî zêdetirî 10 sal e ku her sal li Moskowê tê lidarxistin.
Dibe ku ew, festîvala herî girseyî û balkêş e ku aliyên cihêreng ên çanda Slavî temsîl dike.