Hewlêr (Rûdaw) - Xwendin ji mirovan re û bi taybetî ji miletên stembar re, dikare bibe çirayeke geş û rêya felat û xelasê ronîdar bike. Xwendin û kitêb ne tenê aramiyeke derûnî ya kûr didin xwînerên xwe, lê herwiha asoyên nû û fikr û ramanên qeşeng jî li pêş wan vedikin.
Rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, nexasim helbestvanê nemir Seydayê Cegerxwîn bi giranî bîra giringiya xwendin û kitêban biribû û di gelek helbestên xwe de ji keç û xortên miletê xwe re biha û nirxê xwendin û kitêbê destnîşan dike û her û her doza xwendina bi zimanê Kurdî li wan dike.
Cegerxwîn di helbesteke xwe ya navdar de pêşketina gelê Kurd bi xwendinê ve girêdide û diyar dike ku eger xwendin di nav xelkê de belav nebe û pirtûk û kitêb nebin beşeke rojane ji jiyana Kurdan, wê çaxê dê Kurd tucarî bi pêş nekevin û her û her di bin nîrê dijmin û neyaran de bimînin û baceke giran bidin.
Seyda ji hilatina roja rizgarî û serbestiya Kurdan re jî kitêb û xwendinê dike şert û bi dengekî bilind û baweriyeke tekûz zengînî, heybet, ol, dewlet û serfiraziya Kurdan bi xwendinê ve girêdide û wiha dibêje:
Xwendin nebe kes naçe pêş
Peyda dibin pir derd û êş
Herdem di bin destê neyar
Em dê bidin xûkî û bêş
Xwendin divê hem pir xebat
Bo miletê Kurd û welat
Kurdno ji xew rabin hemî
Mizgîn li we roja me hat
Ev tac û şewket xwendin e
Ev dîn û dewlet xwendin e
Ev serbilindî xwendin e
Ev dewlemendî xwendin e
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse