Qahir Bateyî: Weşanxaneyên Kurdî ketine rewşeke gelek zehmet

23-01-2021
RÛDAW
Nivîskar û Weşanger Qahir Bateyî beşdarî bultena 15.00 a Rûdawê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê
Nivîskar û Weşanger Qahir Bateyî beşdarî bultena 15.00 a Rûdawê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê
Nîşan Qahir Bateyî Weşanxaneyên Kurdî Bakurê Kurdistanê Sîtav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanger Qahir Bateyî dibêje, “Weşanxaneyên Kurdî ketine rewşeke gelek zehmet” û tekez dike, “divê em rê nedin wêşangeriya Kurdî li Bakurê Kurdistanê têk biçe.”

Nivîskar û Weşanger Qahir Bateyî beşdarî bultena 15.00 a Rûdawê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa rewş, derfet û astengiyên li pêş weşangeriya Kurdî kir.

Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a li Silêmaniyê bûye, li ser peywendiya wan a li gel xwîner û beşdaran dibêje, “Pirtûkên wan bi tîpên latînî hatine çapkirin lê li vê derê xwînerên vê derê piranî bi alfabeya aramî dixweînin. Ev jî pirsgirêkek e ji bo xwendevanên ku pirtûkên li Bakurê Kurdistanê hatine çapkirin bixweînin.”

Li vê pirsgirêkê jî Bateyî amajê bi wê yekê dike, li Silêmaniyê hejmareke xelkê ku dikarin pirtûkên latînî bixwînin hene. “Ew kes jî yên ku Kurdên ji Bakurê Kurdistanê hatine li wê derê bicih bûne û beşek jî kesên kû di dibistanên Tirkî de xwendine dikarin pirtûkên bi tîpên latînî bixwînin.”

Li ser giringiya beşdarbûna pêşangeha Silêmaniyê Bateyî diyar kir ku wek Weşanxaneya Sîtav ji xeynî wan ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ti weşanxane ji ber rewşa Coronayê nexwestine beşdarî pêşangehê bibin.

Bateyî tekez dike, ew ji ber beşdarbûna pêşangehê gelek kêfxweş in, “ji ber ku bi gelek weşanxanyên li Silêmaniyê û ji parçeyên din yê cîhane re peywendiyên giring pêk anîne. Me gele rewşenbîrên vê derê nas kirin. Ew ji bo me ji firotina pirtûkan gelek baştir bû.”

Ji niha pê ve peywendiyên bi rewşenbîr û weşanxaneyan re ji bo pêşangehên bi vî rengî di pêşerojê de Bateyî dibêje, ev yek “dê di nava her çar parçeyên Kurdistanê de bibe pêngaveke girîng.”

Li ser pirsigêk û astengên li ber weşangeran jî Bateyî dibêje, piştî proseya aşitiyê û hewla derbê ya li Tirkiyê qedexe, astengî disa li ser Kurdî zêde bûn, “weşanxane nikarin li bajaran standan vekin, pirtûkên xwe bigihînin xwendevanên xwe. Di van 4-5 salên dawî de nêzikî 200 pirtûk hatine qedexekirin. Ev qedexe yên keyfî ne. Ev hemî dibin astengî li ber weşangeriya Kurdî li Bakurê Kurdistanê.”

Derbarê alîkarî û hevkariya bo weşanxaneyan di serdema Coronayê de Bateyî destnîşan kir ku “ne jî aliyê dewletê û ne jî ji aliyê saziyekê ve ti alîkarî ji weşanxaneyan re nayê kirin. Weşanxane tenê bi derfetên xwe dikarin li ser piya bimînin.”

Qahir Bateyî dibêje, “Weşanxaneyên Kurdî ketine rewşeke gelek zehmet. Çi dibe bila bibe divê em weşangeriya Kurdî li ser piya bihêlin, divê em rê nedin wêşangeriya Kurdî li Bakurê Kurdistanê têk biçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst