Serhed; Li warê Dengbêjiyê qîmeta dengbêjan nemaye

23-01-2020
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Bi hezar salan e di nav civaka Kurd de çanda dengbêjiyê heye
Bi hezar salan e di nav civaka Kurd de çanda dengbêjiyê heye
Nîşan Dengbêjî Bakurê Kurdistanê 1. Modern Kürt Edebiyatı Konferansı Zivistana Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Erzerom (Rûdaw) – Herêma Serhed a Bakurê Kurdistanê warê dengbêjan e ku dengbêjên Serhedê wek qulingên zozanan û kewê ribat bi dengên bilind, di sir û sermaya zivistanê de jî odeyên gundên ku di nav çiyayên asê de mane bi hezar salane germ kirine. Lê van salên dawiyê li herêma Serhêde çanda dengbêjiyê û qimeta didin dengbêjan kêm bûye.

Bêguman bi hezar salane di nav civaka Kurd de bi hezaran dengbêj hatine û çûne; lê li Serhedê Evdalê Zeynikê bi serê xwe tradîsyona vê dawiyê ye ku bi sedsalan e dengbêjên Serhedê bi yadîgarên wî têhna dilên xwe û mêvanên xwe dişkênin.

Dengbêj Necmedîn jî yek ji wan e ku li gundê Aleca ya Koprukoya Erzîromê debara xwe bi çend serî dewarên xwe dike; lê jê re dengbêjî serdestê her tiştê ye, bi dilekî şikestî şîretan li kurê xwe dike.

Li gund piştî herkesî karê xwe kir dora tê civata kilaman, ew kilamên ku şahidhaliya evînên şikestî, serhildan û penaberiya Kurdan kirine.

Dengbêj Necmedîn dibêje: “Xwedê dengekî ecêb daye dengbêjê Serhedê û kilamên wan nabine yê tu herêmê, ez bi xwe jî dengbêjekî Serhedê me. Belê rast e ku dengbêjên Amed, Batman (Êlih), Riha û Cizîrê jî hene; lê dema em li wan guhdar dikin ew pir ji me re ecêb tên û em dengbêjê Serhedê nikarin kilamên wana bêjin."

Necmedîn bi gotin û tewrên xwe wek Şakiro distire, di dilê wî de hesret maye ku wî Şakiro ango bi navekî din Şakirê Bedîh nedîtiye; lê ew li ber bandê Şakiro mezin bûye.

Dengbêj Necmedîn da zanî ew li hemû dengbêjên Serhedê guhdar dike û rêzdar e li gel wan û dibêje “lê şahê min û mîrê min ê dengbêjiyê Şakiro ye."

Dengbêj Ebdurrehîm jî got: “Berê teyb û radyo nebûn, dengbêj dihatin gundan û 2 doşek ji wan re didane ser hev û li qunca serî cîhê wan çêdikirin, heta berê sibê dengbêjan kilaman digotin û hemû derdor li wana kom dibûn û guhdariya kilamên wan dikirin. Niha qîmeta dengbêjan hindik bûye, dengbêjê herkesê ketiye berikên wan."

Li ber soba daran dengbêj çaya kirtleme û kilam li Serhedê kêfa mezin ev e

Dengbêj Ebdurrehîm herwiha got: “Bavê min jî dengbêjekî baş bû, mehê carek ew diçû dawetan û hefteyekî nedihata malê, zivistanê karê herî xweş dengbêji ye ku karê me ziviztanê nîne û em di mal de ne, li gund her şev em li malekî kom dibin û dengbêj tên kilaman dibêjin û em wextekî xweş bi hev re derbas dikin."

Çanda dengbêjiyê li Serhedê wek hemû nirxên zargotina Kurdî her diçe kêmtir û lawaztir dibe; lê dewlet li serê dengbêjê Serhedê hîn jî ev çand nehatiye ber asta sekeratê û kilamên dengbêjên Serhedê  havînê  wek bayê zozanan û zivistanê wek çaya li ser soba daran di dilê xelkên Serhedê de hêj dikelije.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst