Konê Reş bi dehan pirtûk nivîsandine

22-12-2020
RÛDAW
Konê Reş behsa xebat û jiyana xwe ya rojane kir
Konê Reş behsa xebat û jiyana xwe ya rojane kir
Nîşan Konê Reş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Konê Reş heta niha bi dehan pirtûk di refên wêjeya Kurdî de zêde kirine.

Konê Reş yek ji nivîskar û rewşenbîrên naskirî yên Rojavayê Kurdistanê ye. Konê Reş di jiyana xwe de bi bi dehan pirtûk di warê dîrok û wêjeya kurdî de afirandine.

Herweha Konê Reş gellek di berhemên xwe de guhdaneke mezin daye rola malbata Bedirxaniyan di pêşxistina ziman û çanda kurdî de.

Nivîskarê Kurd Konê Reş ji Rûdawê re got: “Ev 40 sal e bare rewşenbîriya Kurdî û zimanê Kurdî hildeya li ser milê xwe û 25 pirtûkên min hatine çapkirin û belavkirin. Ji ber ku Kurdî bi tîpên latinî bû me pirtûkên xwe li Şamê, Amed, Zaxo, Duhok, Hewlêr, Stenbol û bajarên Ewropayê çap dikirin. Niha di destê min de çend pirtûkên bi navê ji tûrikê Konê Reş hene. Pirtûka yekê amade ye û li ber çapê ye. Li ser a duyemîn jî deixebitim.”

Konê Reş diyar kir ku yekem romana wî par hat belavkirin û niha bi romana xwe ya duyem ve mijûl dibe û wiha pê de çû: “Îsal jî pirtûkek min a bi navê Qamişlo ku ji 250 rûpelan pêk tê hat weşandin. Min heta niha gelek xelat wergitine ya herî dawî jî min ji Nemsayê ji min re xelat hatiye. Ez bi vê xelatê gelek kêfxweşim.”

Derbarê jiyana xwe rojane û malbata xwe de jî Konê Reş da zanîn ku wek gelek malbetên ji Rojavayê Kurdistanê malbata wî jî koçberî Ewropayê bûye û niha ew tenê di malê de dimîne û piranî dema xwe bi xwendin û karên rewşenbîrî ve derbas dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst