Rewşenbîr û nivîskarên çar perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê hatin ba hev

22-12-2019
Aydin Bayram @aydn_byram
Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî hat sazkirin
Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî hat sazkirin
Nîşan Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî Hewlêr Berken Bereh Ciwan Nebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê, Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî saz kîr. Ji her perçeyên Kurdistanê û ji cîhanê helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd beşdar bûn.

Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî 19ê Kanûna 2019 li Holî Rewşenbîrî ya Hewlêrê di saet 16.00ê de bi beşdariya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd ên herçar perçeyên Kurdistanê û li cîhanê  dest pê kir.

Di merasîma vekerina konferansê de 4 kesên ku jiyana xwe weke helbestvan û nivîskar bexşê edebiyata Kurdî kirine Xelata Pênûsa Zêrîn wergirtin.

Yek ji xelatagira pênûsa zêrîn helbestvan Dayîka Dalyayê ji Rûdawê re diyar kir ku ji bilî 4 berhem çapkirî yên wê, niha du berhemên ji bo çapkirinê amade ne.

Dayîka Dalyayê, Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî bi kareke hêjayî pênase kir û got: “Kareke gelek baş em weke wêjevan, nivîskar û helbestvan ji çar perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê paytext kom bûne. Em dikarin bibêjin pireke rewşenbîrî di navbera me de çêbû û danûstandinên gelek bihêz hatin kirin. Me ji vê yekê gelek sûd wergirt. Hêvîdar im em dê di karên edebiyat, kultur û zimanê Kurdî de berdewam bin.

Konferansê sê rojan bi çalakî û panelên cor bi cor berdewam kir.

Di roja duyam a konferansê de helbestvanên ji herçar perçeyên Kurdistanê helbestên xwe xwendin.

Helbestvan Berken Bereh ê ji bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê jî yek ji wan kesan bû ku du helbestên xwe xwendin.

Derbarê Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî Berken Bereh ji Rûdawê re got: “Bi minasebeta vê konferansê me gelej edip, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên ji herçar perçeyên Kurdistanê û ji welatên din ên cîhanê hatine naskirin. Peywendiyeke germ di navbera me de çêbû û me ezmûnên xwe yên derbarê edebiyat, roman, helbest û ziman de ligel hev parve kir. Ez hêvîdarim gelek bernameyên din ên bi vî awayî bêne saz kirin.”

Helbestvan Ciwan Nebî jî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi helbestên xwe beşdarî di konferansê de kir.

Ciwan Nebî dibêje: “Ev konferans gelek girîng e, girîngiya ji wê yekê tê ku ji herçar perçeyên Kurdistanê nivîskar, helbestvan û rewşenbîr beşdar bûne. Gelek girîng e ku pirsên ziman bêne nirxandin û li ser standartkirina zimanê Kurdî gotûbêj bêne kirin. Bi saya konferansên bi vî awayî zimanê Kurdî dê pêşbikeve.”

Beşdariya mêvan Ronya Çalî jî li hember dîtina nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurd ên ji herçar perçeyên Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Min dixwest ez zêdetir ciwanên Kurd li vê derê bibînim, çimkî ji bo pêşxistina fikrî pêwîstiya ciwan bêhtir bi çalakiyên bi vî rengî hene.”

Konferans duh şev bi bernameyeke taybet a helbest xwendinê bidawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst