Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Mihemed Brahîm Xelîl ku bi navê Mihemedê Baneqesrê tê naskirin, kurê dengbêj Brahîmê Baneqesrê ye ku di sala 1937an de li Bakurê Kurdistanê, li gundê Deşta Lela ji dayik bûye. Ew girêdayî devera Botanê ye yan Çiyayê Gabarê ji eşîra Dêrşewiyan e.
Brahîmê Baneqesrî ji zaroktiya xwe ve daket “Binxetê” an ku Rojavayê Kurdistanê, gundê Baneqesrê. Brahîm ji zaroktiya xwe ve dengbêj bû li Rojavayê Kurdistanê li devera Dêrikê gelek dengbêj nas kirin wek Mele Xelîl, Silo Koro, Ebdilezîzê Simê, Seîdê Mela Xelîl û Miryema Gewrê stranbêjeke jin bû gelekî xurt bû.
Brahîmê Baneqesrê gelek stran li koçk û civatan gotine. Hinek ji wan hatine tomarkirin, lê ew dihate naskirin bi gotina serîliyan ya herî bi nav û deng û zehmet. Di sala 2012an de çû ber dilovaniya xwedê di temenê 65 salî de.
Kurê wî Mihemedê Baneqesrê ji bavê xwe fêrî gotina serîlî û bêlûte û heyranok û payizokan û … bûye bi sedan stranên devera Botan û Dêrika Hemko yên folkilorî ezber kiriye. Tiştekî tomarkirî bi dengê wî tune ji bilî stranên ku li dawet û şahiyan gotiye.
Niha Mihemed du stranan amede dike da ku tomar bike, tevî ku 12 salan dûrî hunerê ketibû û çûbû bajarê Şamê ji ber hunerê nan nedidayê, lê piştî ku Rojavayê Kurdistanê bû devereke aram ji bo hunermendên Kurd û li ser daxwaza gelek dost û hevalan dîsa vegeriya Dêrikê û li stranê vegeriya, strana resen a devera Dêrikê ku kêm kes niha dibêjin.
Awazên Rojava programeke dîrokî-hunerî ya heftane ya Rodayoya Rûdawê bi pêşkêşjariya Sefqan Orkêş e. Berhemên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê arşîv dike û çîrokên wan tomar dike.
Armanc ji Awazên Rojava tomarkirina çîrokên stranên Rojavayê Kurdistanê, danasîna stranbêj, hozanvan û awazdanerên wan stranên Rojavayê Kurdistanê ye.
Her carekê hunermendekî bitemen yên zindî dibe mêvanê bernameya yan jî hunermendek koçkirî dibe mijara Awazên Rojavayê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse