Îro 36 sal di ser koça dawî ya Cegerxwîn re derbas bûn

22-10-2020
Besam Mistefa
Cegerxwîn li ser êş û derdên miletê xwe dinaliya
Cegerxwîn li ser êş û derdên miletê xwe dinaliya
Nîşan Cegerxwîn Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her çiqasî berî 36 salan ji nav me bar kiribe jî, lê Seydayê Cegerxwîn mîna teyrê sîmurgê hergav û herdem ji nav arî û xweliya xwe radibe û xewn û hêviyên miletê xwe yê birîndar zindî û geş dike.

Seyda ku 8 dîwanên helbestan li pey xwe hiştin, tevî bawerî anîna bi bîr û baweriyên çep û markisî ku wê çaxê li nîvê cîhanê serdest bûn, lê ew her û her û berî her tiştî û di ser her tiştî re Kurd û kurdperwer bû.

Cegerxwîn li ser êş û derdên miletê xwe dinaliya, kezeba xwe xwîn kiribû. Bi pênûs û tevgera xwe, têdikoşa û hewl dida Kurd xwe ji bin zordarî û nîrên neyaran derxin û wek miletekî azad, serbixwe û pêşketî bijîn.

Cegerxwîn bi helbest û dîwanên xwe hertim li pey hişyarkirina miletê xwe û rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bû. Tevî ku wî piştgiriya hemû gelên bindest dikir, lê kula dilê wî ya pêşî û dawî Kurd û Kurdistan bû.

Di vî warî de, Cegerxwîn helbesta xwe ya navdar (Berî her tiştî Kurd im) nivîsî ku wiha tê de dibêje:

Markisî me dixwazim

Li her derî dibazim

Kûbî me serfiraz im

Berî her tiştî Kurd im

Ez karker im dest qirêj

Dêwê reş im çîm dirêj

Serê dijmin dikim gêj

Berî her tiştî Kurd im

Ez kurdekî dilbirîn

Li nav dînan bûme dîn

Heta ciger me kir xwîn

Berî her tiştî Kurd im

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst