Melîsa Sozen çawa bû Esrîn?

Hewlêr (Rûdaw) – Melîsa Sozena ku di rêzefilma navdar a Le Bureau des Légendesê rola “Esrîn”ê dilîze behsa pêvajoya beşdarbûna xwe ya rêzefîlmê kir.

Aktrîsa navdar Melîsa Sozen di sezona sêyemîn a rêzefîlma "Le Bureau des Légendes"ê de rola sereke lîst.

Melîsa Sozen di rêzefîlmê de rola şervaneke Yekîneyên Paristan Jinan (YPJ) dilîze.

Melîsa Sozenê ji rojnameya Hurriyetê re behsa pêvajoya wergirtina wê rolê kir.

“Min bi Fransizî nizanîbû”

“Le Bureau des Légendesayê teklîf hat ku yek ji karên herî mehbûb ên li Fransayê ye.

Wê demê hema bêje min bi yek peyva Fransizî jî nizanîbû lê ez dîsa jî çûm hilbijartinan.

Derhêner gelekî ji lîstika min hez kir û got ku ew dê mijara zimên bi awayekî hel bikin.

Min jî di cih de dest bi dersên Fransizî kir.”

“Ji bo min pêvajoyeke xweş û şên bû”

Melîsa Sozenê li ser rola Esrînê jî got:

“Ez rola sîxûrekê dilîzim ku li Sûriyeyê bi DAIŞê re şer dike.

Ji ber vê yekê jî min xeyn ji dersên zimên dersên çek û lêdanê jî dîtin.

Ji bo min pêvajoyeke xweş û şên bû.”

Melîsa Sozan Tîrmeha 1985an li Stenbolê ji dayîk bûye.