Polonya - Wênegirê Kurd pêşangeha wêneyên koçberên winda vekir

22-06-2024
Wneyên koçberên Kurd ên winda/Wêne: Rûdaw
Wneyên koçberên Kurd ên winda/Wêne: Rûdaw
Nîşan Koçberên Winda Kurd Şemal Hîsamedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wênegirê Kurd Şemal Hîsamedîn li Warşovaya paytexta Polonyayê li ser koçberan winda pêşangeheke wêneyan vekir.

Wêne behsa çîroka koçberên ku di rêya koçê de winda bûne dikin.

Wêneyê dayikeke Kurd ku li ser kombarekê rûniştiye, televizyona li pişt serê wê vemiriye û digirî.

Yan wêneyê bûkeke devliken ku qevdek gul di dêst de ye û li ser ekrana mobaylekê li ser merşeke gulgulî wêneyê wê hatiye girtin.

Ev ew wêne ku Şemal Hîsamedîn li Kurdistanê ji mirovên taybet girtine.

Hin ji wan ku lawên wan derketine rêya koçberiyê û qet kesî tiştek li ser çarenivîsa wan nebihîstiye.

Şemal Hîsamedîn Ew wênegirê Kurd e û ew wêne anîne û li Polonyayê nîşan dide.

“Malek nîne ku endamekî wê koç nekiribe”

Şemal Hîsamedîn ji Warşovayê bi rêya Skype-ê bû mêvanê Diyasporayê û got:

“Ez bi xwe ji devera Pişder û Bitêwênê ya rêveberiya Raperînê me.

Rêjeya herî zêde ya koça ber bi Ewropayê ji wê navçeyê ye û rêje wisa zêde ye ku ji rewşa takekesî derketiye û bûye diyarde.

Ango malek nîne ku endamekî wê koç nekiribe. Zêdebûna hejmara koçkirinê ji sala 1998an ve dest pê kir û qurbaniyên herî zêde jî yên wê deverê ne.

Min bi wêneyên xwe hewl da hemû kesên ku fetisîne yan di rê de mirine yan li her welatekî Ewropa winda bûne bi rêya pêşangehên xwe belav bikim, bi taybetî qurbaniyên salên 1998-2022.”

Şemal Hîsamedînê ku li Polonyayê dijî da zanîn ku malbat ji mirina zarokên xwe bawer nakin, her tim çavê wan lê ye ku lawên wan rojekê li rojan vegerin ku ev janeke pir kezebsoj e.

“Heya niha jî wêneyên qurbaniyan li ser ekranên telefonên xizmên wan in”

Şemal Hîsamedîn li ser pêşangeha xwe ya wêneyan ku li Warşovaya paytexta Polonyayê vekiribû û wêneyên quraniyên devera xwe tê de nîşan dide wiha pê de çû:

“Me pêşangeha xwe kiribû du beş. Me 12 wêne li ser tabloyan nîşan dabûn, me ew bi dîwarên holê ve daleqandibûn.

Me çîroka kesê qurbanî bi zimanên Polonî û Îngilîzî di bin de nivîsîbû û beşa din jî wêne li ser mobaylan hatibûn danîn û dihatin nîşandan.

Di wan de hatibûn diyarkirin ka qurbanî ji kîjan deverê hatibûn û çend welat derbas kirine heta bigihin xewnên xwe.

Herwisa hatibû zelalkirin ku heya niha jî wêneyên qurbaniyan li ser ekranên telefonên xizmên wan in, paşê mobayl bi penaberên ku li Polonyayê dijîn dihatin dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst