Li Qamişloyê çalakiya 'Qêrîna Çav' hat lidarxistin

22-05-2023
RÛDAW
Li Qamişloyê çalakiya 'Qêrîna Çav' hat lidarxistin
Li Qamişloyê çalakiya 'Qêrîna Çav' hat lidarxistin
Nîşan Qamişlo Qêrîna Çav Samir Kalo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekar Samir Kalo bi bajarê Qamişlo çalakiyek bi navnîşana Qêrîna Çavekî lidar xist û tê de 70 tablo li xwe girt û tgêde êş û azarên zarokên Sûriyê di dema şerê naxwe yê Sûriyê de û piştî erdheja 6 Sibatê nîşan da. Di çalakiyê de hejmarek ji şagirtên ku li cem wî fêrî şêwekariyê û hejmarek zarokên bi penceşêrê ketine amade bûn.

Zaroka ku beşdarî çalakiyê bûye dibêje “Di vê çalakiya tabloyan de min jî pênûşa xwe xist navê. Navê vê çalakiyê Qêrîna Çav e. Di vê çalakiyê de min xwest em diyar bikin ku êşa welatê me ev êşa ku em tê de derbas bûn nîşan bidin. Min jî bi pênûsa xwe tabloyek çêkir. Ez vê tabloyê diyarî hemû miletê welatê xwe dikim. Di tabloya min de çav nameya ku ez dixwazim diyar bikim digihêne.”

Samir Kalo ji bo dema 4 mehan li ser vê çalakiyê kar kiriye û tabloyên ku hatine nîşandan hemû behsa êş û azarên zarok û koçberên Sûriyê dike.

Kalo dixwaze balê bixe ser wê yekê ku zarok qurbaniyên herî mezin ên şer in.

Beşdarekî din ê çalakiyê dibêje “Qêrîna zarokên xwe bigihînin we bi tabloyên xwe.”

Çalakiya Qêrîna Çavekî peyama wan zarokan e ku dixwazin dûrî şer û xwîn û çekan bijîn, û peyamek ji bo muirovahiyê ye da ku derdeseriya zarokên Sûriyê, ji bîr neke.

Di dawiyê de zarokên ku têde beşdar bûne hatin xelatkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst