STENBOL - 8emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî hate lidarxistin

21-12-2023
Omer Sonmez
8emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî hate lidarxistin
8emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî hate lidarxistin
Nîşan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - 8emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî li Stenbolê bi rê ve çû.

Di pêşangehê de ji 30 welatan zêdetirî 250 weşanxane beşdar bûn. Fûara Pirtûkên Erebî, li derveyî welatên Erebî fûara herî mezin a pirtûkên Erebî ye.

Weşanxaneyên ji gelek welatan yên wek Misir, Lubnan, Kuweyt û Sûriye, her wiha weşanxaneyên ji Almanya û Brîtanya jî beşdar bûn.

Ji Îran û Îraqê tenê weşanxaneyek beşdar bû. Ti weşanxaneyeke ku pirtûkên Kurdî-Erebî û berhemên derbarê Kurdan de çap dike amade nebûn.

Li Tirkiyeyê bazara firotina pirtûkên Erebî geş e û salawext nêzîkî 100 hezar pirtûkên Erebî tên firotin.

Di fûarê de pirtûk û sembolên derbarê Filistînê de rastê eleqeyeke mezin hatin. Fûar di 9ê Kanûna Pêşîn de dest pê kir û 17ê Kanûna Pêşîn de bidawî hat.

8emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî li Stenbolê, bi slogana “Erebî Me Digihîne Hev” hat lidarxistin.

Ji 30 welatan zêdetirî 250 weşanxaneyên Erebî, bi 150 hezar pirtûkan beşdarî fûarê bûn.

Koordînatorê Pêşangehê Muhammed Agirakça got, “Ji aliyê beşdariyê ve fûara îsal ya herî qelebalix e.

 Fûar êdî cihê xwe girt. Ev fûar dibe sedem ku pirtûk û çanda Erebî, bi çanda Tirkî re bigihîje hev.

Fûara Pirtûkên Erebî ya Stenbolê ji bo cîhana Erebî ku bazara weşangeriyê lê xitimî ye dibe henaseyek û dibe deriyê Ewropayê.”

Li Tirkiyeyê derdora 5 milyon nifûsa Ereban heye, bi taybetî jî li bajarê Stenbolê hejmareke zêde penaberên Sûriyeyî û niştecihên Ereb hene.

Ji loma jî ev pêşangeh ji bo xwegihandina pirtûkên Erebî dibe pireyeke girîng.

“Li Stenbolê çandeke mezin heye ku girîngiyê dide pirtûk û çanda Ereban”

Berpirsê Çapemeniyê yê Pêşangehl Dr.Kemal Bin Cafer wiha anî ziman:

 "Li Stenbolê, li derveyî erdnîgariya Ereban çandeke mezin heye ku girîngiyê dide pirtûk û çanda Ereban.

Ji roja yekem a pêşangehê ve gelek mêvanên Ereb û yên ne Ereb serdan kirine."

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî, ji aliyê firotina pirtûkên Erebî ve di rêza sêyem de tê dîtin.

Li gorî Komeleya Weşangerên Pirtûkên Erebî, li Tirkiyeyê bazareke baş a firotina pirtûkên Erebî heye û salawext nêzîkî 100 hezar pirtûk tên firotin.

“Daxwaza bo Erebî gelek zêde ye”

Edîtora Weşanxaneya Akdemê Hafsa Îpekê diyar kir “Wekî sala borî îsal jî daxwaza bo Erebî gelek zêde ye.

Her wiha Ereb jî dixwazin fêrî Tirkî bibin. Ji loma jî em li gorî daxwazên her du gelan materyal amade dikin.”

Xwînera ji Cezaîrê Xedîce Birîkê wiha axivî, “Sernav pir baş in, piraniya wan li ser helbest û olê ne, pirtûkên îslamî li ser bangxwaziyê ne, çalakiyên ku li vir bûn bidlê min bûn.

Ti weşanxaneyeke ku pirtûkên Kurdî çap dike beşdar nebû

Weşanxaneyên ji gelek welatan yên wek Misir, Libnan, Kuweyt û Sûriye, her wiha weşanxaneyên ji Almanya û Brîtanya jî beşdar bûn.

Ji Îran û Îraqê bes weşanxaneyeke beşdar bûn. Ti weşanxaneyeke ku kitêbên Kurdî-Erebî û kitêbên derbarê Kurdan de çap dike amade nebûye.

Berpirsê Weşanxaneya Îraqî Dr. Mezher Esed Îbrahîm got, “Dîwana Weqfa Sunniyan saziyek hikûmî ye.

Her sal peymengeha lêkolînê li Pêşangeha Navdewletî ya Stenbolê nûnertiya wê dike.

Li seranserê fûarê ji 100î zêdetir bername û çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.

Di fûarê de pirtûk û sembolên derbarê Filistînê de gelek eleqe dîtin. Nîgarkêşên Filistînî û Ereb berhemên xwe yên derbarê Filistînê de pêşkêş kirin.

Ev tabloya “Bihara Filistînê” ji aliyê xwendekara Filistînî ve hatiye xêzkirin.

“Min diyar kir ku zebeş cîhana Filistînê ye”

Nîgarkêşa Filistînî Şehed El Hec Dawûdê got, “Ez Şehîde Hacî Dawid im ji Filistînê me.

Min xwest ez vê peyamê bidim ku çanda me ti carî nayê jibîrkirin. Min diyar kir ku zebeş cîhana Filistînê ye."

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî, li derveyî welatên Erebî fûara herî mezin a pirtûkên Erebî ye.

Ev pêşangeh ji aliyê Komeleya Navneteweyî ya Weşangerên Pirtûkên Erebî ve tê sazkirin.

Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê jî piştgirî dide fûarê. Fûar di 9ê Kanûnê de dest pê kir û 17ê Kanûna Pêşîn de bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst