Alî Înanir klîbeke nû belav kir

21-12-2022
RÛDAW
Alî Înanir klîbeke nû belav kir
Alî Înanir klîbeke nû belav kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Alî Înanir ku bi Alî Dersîmî jî tê naskirin, klîbeke nû bi navê “Raya Erzîngan” belav kir.

Klîba hunermed Alî Înanir “Raya Erzîngan” ji aliyê Anadolu Muzîkê ve hat belavkirin.

Klîba ku  li ser hemû platfomên dijîtal ên muzîkê hatiye belavkirin bi Kirmanckî/Zazakî ye, dîmenên wê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.

Hunermendê Kurd Alî Înanir ji Rûdawê re da zanîn ku aranjmanê klîbê Mustafa Demîr, mix & masteringin Aziz Yigit hatiye çêkirin û derhêner jî Mihmed Gerdî ye.

Bakurê Kurdistan ji dayik bûye, dema 15 salan e karê hunerî dike û di sala 2019 yekem albuma xwe bi navê “Zerrî Dej” belav kir. Heta niha 3 albûmên wî hatine belavkirin.

Ji bilî albuman, Înanir hejmarek stran bi sîngil û videoklîp jî belav kirine weke “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu”

Gotinên strana Raya Erzîngan:

Seri zerriyam zof zandano

Aqîl sêri mıde sono

Xeribiye çîka zoro

Seva tore ez mireno

Zerrim tore zof weseno

Sevep tiya ez mireno

 

Sona erzingane yenê

Ez zerriya xo çîk bikerê-(çîk vaceri)

Na ra hatta key qedino

Aqîl serdî nêfîndenê

Fînde na ra mire wenê

Ez mirena tu vinenê

 

Erzingane to biweso

Waştîyamı kê tedê esto

Ekê a'yê to mı nêarda

Çê u bone to bîrîjno

Tukê zerriya mı nêrusna

Na dîna ser tu birîjno

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst