Fîlma şervanên jin ên Kobanî li Berlinaleyê hat qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma “Deriyê Xewnan” ya bi derhêneriya sînemakara Kurd Negîn Ehmedî û berhemhêneriya Elahê Nobaht e, di beşa pêşbirkê ya 73yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) de hat qebûlkirin.

Bi beşdarbûna xwe ya di vê festîvalê de, “Deriyê Xewnan” ku dê bo yekem car li ser platforma navdewletî were nîşandan, dê di beşa “nifş” a festîvalê de, ji bo xelata baştirîn fîlmê hevrikiyê bike.

Belgefîlma ku çêkirina wê şeş sal ber xwe daye, çîroka jineke Rojhilatê Kurdistanê ya ku çûye Kobanîyê ne tenê bi kameraya xwe beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûye, di heman demê de dikeve nav şervanên jin ên Kobanî û tiştên ku di wê demê de bûye şahidê wê vedibêje.

Organizasyona bi navê "Elle Image" ku xwediyê wê Elaheh Nobaht e, hilberandin û weşana navneteweyî ya belgefîlmê girt ser xwe.

Elaheh Nobaht cara sêyem beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê dibe. Nobaht par di fîlmê "Roja Sêvê" ya ku derhêneriya wê Mehmûd Ceferî kiribû de lîstibû.

Di 73yemîn Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî ku dê di navbera 16-26ê Sibata 2023an de bê lidarxistin, beşên wekî "Panorama", "Pêşandana Taybet", "Nifş", "Kurtefîlm" û "Belgefîlm" hene.