Xêzeromana Kurdî ya ku polîs matmayî hiştin: Lucky Luke

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Weşanên Avestayê Songul Keskînê diyar kir Lucky Luke-Rêgirê Berşîr polîs matmayî hiştine.

Songul Keskînê da zanîn ku xwîneran gelekî ji xêzeromana Lucky Luke-Rêgirê Berşîr hez kiriye.

Weşanên Avestayê sala 2023yan dest bi çapkirina seriyeke xêzeromanên Pûngê kir.

Di nava seriya Pûngê de xêzeromanên Lucky Luke-Rêgirê Berşîr û Selaheddîn-Avakarê Dîrokê hatin çapkirin.

Avesta dê xêzeromana Lucky Luke bi Kimanckî (Zazakî) jî çap bike.

Lucky Luke-Rêgirê Berşîr ji beşên wekî, Rêgirê Berşîr, Mêvanwerperiya Rojavayî, Maverick, Mîna Wyat Earp, Etar, Derbasiya Bixeter, Sonata Teqûreqa Major pêk tê.

Songul Keskînê li ser eleqeya xwîneran a xêzeromanên Avestayê ji Rûdawê re axivî.

“Xwîneran ji Lucky Lucke hez kir”

Li gorî gotina Songul Keskînê xwîneran bi taybetî jî xwînerên zarok gelekî ji Lucky Luke-Rêgirê Berşîr hez kir.

Berpirsa Avestayê behsa Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê jî kir û got:

“Dema xwîner tên di nava standê de dibînin bala wan dikişîne û distînin.

Bi taybetî li Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê gelekî hat ecibandin û eleqeyeke baş ji bo xêzeromanê heye.

Li Êlihê polîs qaşo ji bo kontrola pirtûkan hatin standê dema çavê wan bi Lucky Luke ket şaş man.

Wan digot, ‘ev xêzeromana çawa bi Kurdî jî tê çapkirin.’

Lucky Luck wekî xêzefîlm jî heye û gelekî nas kiriye.

Bi taybetî zarokan û xwîneran jê hez kiriye.”