Ema Sazbend koça dawî kir

21-11-2021
RÛDAW
Nîşan Ema Sazbend Hunermenda Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermand û sazbenda Kurd Ema Sazbend (Emîne Afşîn), li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistan canê xwe ji dest da.

Hunermand û sazbenda Kurd Ema Sazbend (Xecê) a ji navçeya Bêhistî ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê îro di 85 saliya xwe de li Dîlokê canê xwe ji dest da.

Ema Sazbend (Emine Afşin) kî ye?

Sala 1936an li gundê Hecî Xelîl ser bi navçeya Bêhistî ya Semsûrê ji dayik bû. Di yek saliya xwe de sêwî dimîne. Diya wê, Ema Sazbend û birayê wê mezin dike. Ji eşîra Reşî (Reşwan) bû wek “Ema Sazbend” û “Ema Xecê” dihat nasîn. Dengbêj û helbestvaneke navdar bû.

Di temenê xwe yê biçûk de tê zewicandin û piştre mêrê wê canê xwe ji dest dide. Piştî koça dawî ya mêrê wê, tiyê wê dixwaze bi wê re bizewice, lê ew qebûl nake. Li ser zextê tiyê xwe bo zewacê, ji ber soz daye mêrê xwe bi kesî re nezewice, tiyê xwe dikuje û salên dirêj di girtîgehê de dimîne.

Di girtîgehê de dibe dengbêj û helbestvaneke mezin û zêdetir helbestên dilşewat dixwendin. Sala 1983yan ji Semsûrê koça Dîlokê dike û îro di 85 saliya xwe de canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst