Berhema herî dawî ya Ciwan Haco; Şevên Lal

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd ê bi nav û deng Ciwan Haco straneke nû ya bi navê “Şevên Lal” belav kir.

“Şevên Lal” ji aliyê Zozan Uzun a hevjîna nivîskar Mehmed Uzun ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Ciwan Haco ve awaza wê hatiye danîn ku Heval Haco berhemaniye.

Mix û masteringa stranê ji aliyê Erman Aydoner ve hatiye kirin û bi deng û grafik li ser torên civakî hatiye belavkirin.

Ciwan Haco di 17ê Tebaxa 1957an de li Tirbesiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar bûye û di 17 saliya xwe de yekem car di nav gel de stran gotiye, di sala 1979an de ji Kurdistanê derketiye û li Almanyayê li Zankoya Ruhr Bochum xwendiye.

Ciwan Haco yê ku xwediyê 14 albuman e, li her çar parçeyên Kurdistanê hezkiriyên wî hene, ji bilî ezmûna xwe ya di warê muzîk û stranbêjiyê de, di fîlma 'Dol' a derhêner Huner Selîm de weke lîstikvan beşdar bûye.

Di sala 1970 de yekemîn albuma xwe ya bi navê 'Emîna' derxistiye. Ji sala 1979an heta 2018an ev album weşandine; Pêşmerge, Diyarbekir, Welatperestî, Gula Sor, Leyla, Girtiyen Azadiyê, Çaw Bella, Sî û Sê Gule, Dûrî, Bilûra Min, Destana Egîdekî, Derya, Na Na, Off, Veger û Felek.