Gulistan Awaz buxçika xwe li ber xwîneran vekir

21-06-2020
Besam Mistefa
Nîşan Buxçika Biyaniyê Gulistan Awaz Merwan Berekat Aslan Memo Penaberî Efrîn Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvana Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Gulistan Awaz yekem pirtûka xwe ya helbestan belav kir.

Pirtûka yekem a Gulistan Awaz bi navê “Buxçika Biyaniyê” derket. Buxçika Biyaniyê ku ji 108 rûpelan pêk tê, 51 helbestên nûjen li xwe digire û îsal ji aliyê weşanxaneya SerSera li Almanyayê hate çap û belavkirin.

Nivîskarê Kurd Merwan Berekat pêşgotina vê berhemê nivîsiye. Wêneyê bergê û wêneyên ku di nav pirtûkê de cih digirin, ji berhemên şêwekar û mamosteyê Efrînî Aslan Memo ne.

Li ser naveroka berhema xwe jî, Awaz di daxuyaniyeke taybet ji malpera Rûdawê re ragihand: “Naveroka helbestên min li ser êşên penaberî, biyanî û dûrketina ji hembêza welêt e. Qêrîn û hawara Efrîna kezebşewitî ye û kêm caran deriyê evînê jî dipelîne.”

Ev jî beşek ji helbesta Buxçika Biyaniyê ye ku navê xwe daye dîwana Gulistanê jî:

Bi hinek xewnên çilmisî

Gurzek ji kenê diya xwe

Û ji dilovaniya bavê pîr

Ez ê buxçika temenê xwe bidim hev

Geh li paş hêviyên bêwar

Carina jî

Wek zarokeke rêwindayî

Li paş diya xwe

Min xwe ji biyaniyê diparast.

Gulistan Awaz ji gundê “Ebo K'ebê” li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ye. Sala 1982an li Heleba Sûriyê ji dayik bû. Sala 2012an dest bi nivîsandina Kurdî kir. Di warê fêrkirina zimanê Kurdî de dixebite. Ji sala 2017an ve ligel malbata xwe li Almanyayê li bajarê Bremenê nola penaber dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst