Li Dîlokê jin darên Kolana Hunerê dixemilînin

20-12-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dîlok Jin Kolana Hunerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîloka Bakurê Kurdistanê, hejmareke jinên ku di karên destî de jêhatî ne, li Kafeya Hunerê li kolana İsmet Paşa kom dibin û ji bo xemilandina qurmên darên wê kolanê, nexşên rengîn çêdikin.

Darên Kolana Hunerê, bi wan nexşan têne xemilandin û kolan pir cuda xuya dike. Ew jin ji şaredariyê dixwazin ku di nava heftiyê de 2 rojan rê li ber çûnûhatina otombîlan bigrin û kolana wan bi wî awahî paktir û ewletir be.

Li kafeya hunerê ye li kolana İsmet Paşa ya parêzgeha Dîlok a Bakurê Kurdistanê, ev jin bi tayên ku ji ber guloka mayîn van nexşên renga reng çêdikin. Ew van berhemên xwe ne bo aksesuarên malê lê ji bo xemilandina darên kolanê çêdikin.

Mamoste Gulseren Karahan Temel got “Wek Kafeya Hunerê bo kolana me bibe Kolana Hunerê, me pirojeyek da despêkirin. Me bi xemilandina daran despêkir, sipasiya wan dikim xaniman jî piştgirî dan min, me niha li vir hewayeke hunerî çêkiriye. Hêvîdarim şaredarî vê daxwaza me bibîne."

Li vir 15 jin bo cîbicîkirina pirojeyê kombûne. Ew bi karên xwe yê hunerî dixwazin daxwazên xwe bigihînin aliyên pêwendîdar bo ev dever wek Kolana Hunerê bê nasandin û derbasbona otomobîlan tê de raweste.

Welatî Beyza Temli dibêje “Ez jî piştgiriyê didim vê pirojeya kafeya Hunerê ya mamosta Gulseren. Em ji berpirsan daxwaz dikin ev der bibe kolana hunerê û heftiyê du rojan hatin û çûna otombêlan were rawestandin.”

Ev çalakiya van jinan ya xemilandina qurmên daran, bala welatiyên derdûr jî dikişîne ser xwe û ew jî piştgiriyê didin pirojeya kolana Hunerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst