Di pêşbaziya Govendên Gelan de alozî derket: Wan bû duyem

20-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Tîma Folklorê ya Colemêrgê/Rûdaw
Tîma Folklorê ya Colemêrgê/Rûdaw
Nîşan Govendên Gel Colemêrg Wan Gever Çewlig Dîlok
A+ A-

Dîlok (Rûdaw) - Pêşbaziya Govendên Gelan li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê Federasyona Govendên Gelan a Tirkiyeyê ve hate lidarxistin.

Li Dîlokê ji du beşên cuda 34 tîmên govendê di şampiyoniya govendê de ji bo pileya herî baş rikaberiya hevdu kirin.

Piştî ku tîmên govendê lîstikên xwe pêşandan, endamên juriyê ji bo hilbijartina tîma serketî derbasî qonaxa biryarê bûn.

Di pêşbaziyê de alozî derket

Li gorî îdiayan tîma Çewligê ji biryara juriyan razî nebûye û alozî derketiye.

Federasyonê biryar da ku encam paşê bên ragihihandin.

Piştre federasyonê tîmên ku pileyên yekem, duyem û sêyem bi dest xistine êşkere kirin.

Li ser navê Colemêrgê, navçeya Geverê beşdarî şampiyoniya govendên gelan bû.

Tîma Colemêrgê di şampiyoniyê de wekî tîma herî favorî dihat dîtin.

“Em hatine çand û şal û şepikên xwe nîşanî Tirkiyeyê bidin”

Mamosteyê Govendê Suleyman Ayhan got, “Em ji Gevera Colemêrgê hatine Dîlokê.

Em hatine çanda xwe, tîma xwe, cilûbergên xwe, kiras û fîstanên xwe, şal û şepikên xwe nîşanî Tirkiyeyê bidin.”

Pêşbaziya govendê ya îsal di beşên stîlîze û gelerî de hat encamdan.

Ji herêma Deryaya Reş, herêma Anatolya, Ege û Marmarayê û tîmên Bakurê Kurdistanê hunerên xwe nîşan dan.

Endamê tîma Colemêrgê Serhat Taşar anî ziman, “Em 16 seatan rê hatine. Înşelah dê ber eziyeta me bikeve. Em hêvî dikin em pileyeke baş bi dest bixin.”

Endama tîma Colemêrgê Vîyan Erezê diyar kir, “Em 16 seatan rê hatin ku em cil û berg û çanda xwe bidin nîşandan.

Em nehatine ku îleh em bibin yekem, li hemberî me 34 tîmên din hene.”

Pêşbaziya govendê her sal ji aliyê Federasyona Govendên Gelan a Tirkiyeyê ve tê lidarxistin, tîmên ku li bajarên xwe bi ser ketine diçine fînala mezin.

Endamê tîma Colemêrgê Qehreman Çoruh got, “Ji nav Tirkiyeyê 34 tîmên govendê hatine Dîlokê.

Îca di nava wan 34 tîman de dê yek bibe yekem û bi serkeve.

Ji bo bidestxistina pileyan zêdetir tiştê giring ew e ku em xwe bidin nasandin û em hunera xwe pêşkeş bikin.”

Tîma Wanê bû duyem

Piştî nimayîşên tîman tê îdiakirin di navbera tîma Dîlok û Çewligê de alozî derketin.

Federasyonê jî ragihandina encaman ragirt ji bo ku piştre eşkere bike.

Federasyona Govendên Gelan a Tirkiyeyê pileyên yekem, duyem û sêyem bi dest xistine êşkere kir.

Li gorî vê yekê tîma Kocaeliyê bû yekem, ya Wanê bû duyem û ya Yalovayê jî bû sêyem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst