Li Cizîrê wênesazekî Kurd dîwarên bajêr bi wêneyên dîrokî di xemilîne

20-09-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Cizîr Wênesazê Kurd Mehmet Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerekî Şaredariya Cîzîrê ku 11 salan di warê paqijiyê de kar dikir, niha êdî wêneyan çêdike.

Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve Mehmet Aydin ê 42 salî ev çar meh in bi boyaxên rengareng dîwarên bajarê xwe bi wêneyên çand û dîroka xwe dixemilîne. Wêneyên medreseyên dîrokî, Mem û Zîn û kesayetiyên zana beşek ji wêneyên wî ne.

Wênesazê Kurd Mehmet Aydın got “Ez hûnerê wek beşek ji jiyanê dihesibînim. Bo min şêwazekî jiyanê ye. Neqişkirina çanda xwe bi wêneyan, tiştekî gelekî xweş e. Ez lêkolîn dikim û wêneyan çêdikim. Wêneyên ez çêdikim bala geştyar û xelkê herêmê jî dikşîne û dibêjin xwezî berî niha bihatana çêkirin.”

Xelkê herêmê ji dîtina wêneyên ku çanda wan a resen  pêşan dide dilxweşin û dibêjin bajarê wan bi van dîmenan xweşiktir bûye.

Welatî Songul Tunç dibêje “Gelekî xweşik çêkiriye. Dema geştyar jî tên vê derê ligel van wêneyan wêneyên xwe digrin û bi vî awayî çanda me jî di van dîmenan de nas dikin. Ez gelekî kêfxweş im ku tiştekî wiha tê çêkirin."

Wênesaz Mehmet Aydin ji gundê Spîbiyan a ser bi parêzgeha Şirnexê ve ye ku di salên 90î de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye valakirin, wêran bûye û wî jî ji neçarî ligel malbata xwe koçî Stenbolê kiriye. Di temenê xwe yê biçûk de dest bi çêkirina wêneyan kiriye û sala 1998an li Stenbolê pêşangeha wêneyan vekiriye û piştî wê bi 13 salan jî vegeriya ye bajarê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst