Keçên Kobanê li cihekê taybet nîgarkêşiyê û wêneyan çêdikin

Hewlêr (Rûdaw) - Keçên bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, li cihekê taybet nîgaran çêdikin û karînên xwe yên nîgarkêşiyê bi pêş dixin.

Di wêne û tabloyên wan de, zehmetiyên xelkê Kobanî tên nîşandan û ew hewl didin ku di wê nîgargehê de, tabloyên taybet çêbikin.

Serokê wê nîgargehê dibêje, ew hewl dide karînên jin û keçan di warê nîgarkêşiyê de pêş bixe.

Keçên Kobanê di nîgargehê de û mersema taybet de hêz û karînên xwe yên wênekêşanê bi pêş dixin.

Derdeseriya milet, zehmetî û koçberiya Kobaniyan li ser dîwarên nîgargehê û di nav destên keç û jinên şêwekar nemirî dimînin.

Narîn asoyên xewnên wê di wêne kêşiyê de berfireh in.

Yek ji wan şagirtan Narîn Ebdê dibêje, wê her di berê de dixast cihek çêbibe ku ew fêrî nîgarkêşiyê bibe û diyar dike, “Niha ev derfet çêbûye û em beşdarî pêşangehan bûne.”

Azadiyek ber çav peyda bûye li deverê keç û jin êdî xwe dîlê mal û kar û zarokan nahêlin, demek ji bo pêşxistina xwe jî peyda dikin niha jî pir ji wan tevlî xûlên rahênane wênekêşiyê dibin.

Şagirt Daniyal Mistefa jî amaje bi nebûna derfetan di heyamên berê de de dike û diyar dike, “Em gelek kes tên vê derê kar dikin.”

Mihemed Şahîn şêwekarekî naskirî yê bajarê Kobaniyê ye û ew xwediyê vê projeyê yeû dibînê ku projeya wî serkeftî ye û salane şagirtên wî zêde dibin.

Mihemed Şahîn Dıbêje, gelek xelkê Kobaniyê koçî Ewropayê kirin û ew dibêje ji ber du sedema ew li bajarê xwe maye û diyar dike, “Yek jê ku ez bikarim wan fêr bikim li ser vî tiştî. Ya din jî li ser berxwedana Kobanî, min nedakî derkevim. Min jî bi hunera xwe weke ew ên ku şer dikim, min xwest tiştekî bikim ji welatê xwe re.”

2018 Şahîn pêşangehek ji 39 tabloyan li Kobanê lidarxist û 12 şagirtên wî li gel beşdar bûn, di pêşangeha wî ya 2019an de 32 şagirtên wî ligel beşdar bûn ku tê de 65 tablo raxistin.

Tabloyên xwe di odeyek biçûk de diparêzê, bi hêviya ku rojekê bikare di nîgargehek mezintir û di pêşangehên berfirehtir de pêşkêş bike.