Fîlma Kurdî Bîraxane li hêviya piştgiriya fîlmhezan e

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo pêkanîna karên hunerî yên wek muzîk, wênekêşî, peyker, şano û bi taybetî jî yên sînemayê meseleyeke girîng jî pêydakirina alîkariya madî ango finansman e. Ji bo yên kurdî ev pirsgirêk mezintir e. Piranî bi alîkariya saziyên sivîl van karên xwe bi rê ve dibin û gelek caran jî ew alîkariya ku ji wan saziyan distînin têra wan nake. Lewma di van salên dawî de êdî hunermendên Kurd hinek rêyên din diceribînin ji bo ku bikaribin ji bin vî barî derbikevin. Yek ji wan rêyan jî bikaranîna platformên fînansekirina girseyî (crowdfunding) yên li ser înternetê ne. Fongogo û indiegogo hinek ji van platforman e. Bi rêya van platforman her kes dikare li gorî qeweta xwe piştgiriyekê bide van çalakiyên hunerî û bi awayekî bibe “şirîk”ê wan. Fîlmeke Kurdî, Bîraxane ku îlhama xwe ji helbestên Arjen Arî werdigire li ser fongogo piştgiriyê ji fîlmhezan dixwaze.

Di demên dawî de Şanoya Bajarê Amedê ji bo avakirina sahneya xwe ya nû; ZarokMa ji bo berfirehkirina çalakiyên xwe û girtina rêzefîlma Îşev ev platform bi awayekî serkeftî bi kar anîne.

Derhênerê fîlmê Bilal Korkut li ser mijarê de ji Rûdawê re got, “Derfetên me yên sînemayê ne weke gelên din in; holên me yên sînemayê tune ne; çêker kêm in û weke ku em di fîlmê de jî dibêjin ‘film bê pere çênabin’. Ji ber vê yekê jî pêwîst bû em reyên din bibînin ji bo fînansekirina fîlma xwe û niha jî ev platformên heyî derfeteke bi vî rengî didin me.”

Kampanyaya piştgiriyê di 17ê Tebaxê de li ser platforma fongogo dest pê kiriye û heta niha zêdeyî %30 ji hedefa xwe pêk aniye.

 Li gorî derhêner Bilal Korkut di du rojan de gihîştina vê rêjeyê cihê kêfxweşiyê ye û dibêje ku “Her çiqas kesên ku li ser platformê piştgiriyê didin me zêde dibin hêviyê me yên dahatuyê jî ji bo çalakiyên bi vî rengî zêdetir dibin.”

Fîlma “Bîraxane” di mekanekê de derbas dibe. Derhêner Bilal Korkut derbarê fîlm û mijara fîlmê dibêje, “Fîlma me di yek mekanî de derbas dibe. Di fîlm de yekî Emerîkî heye ku gelekî ji helbestên Arjen Arî hez dike û ji bo ku wî zêdetir nas bike tê bajarê şaîr. Li wir xwe li cihekî ecêb dibîne û dikeve nav dinyayeke din. Cihê ku ew xwe tê de dibîne mekanekî vexwarinê yê ecêb e, li wir kesên ku nas dike, têkiliyên wî bi wan re û yên wan pê re û yên hemûyan bi helbestê û bi helbestên Arjen Arî re dinyayeke din nîşanî me didin. Ew cih êdî bi çavê yên biyanî ne tenê bîraxane ye, temamê welatekî ye.”

Di fîlmê de lîstîkvanên navdar ên wek ji Başûr Hisên Hesen û Rowal Navgundî; ji Bakûr jî Hilmi Demîrer, Kemal Ulusay û Yavuz Akkuzu.

Girtina fîlmê bi dawî hatiye û niha jî di asta post-produksiyonê de ye lê ji bo ku ev ast jî di demeke kurt de û bi serkeftî biqede pêdivî bi piştgiriya fîlmhezan heye.

Kampanya heta 7ê îlonê didome û kesên ku bixwazin piştgiriyê bidin li ser vê malperê dikarin beşdar bibin: https://odul.fongogo.com/Project/birahane-filmi-post-produksiyon