Şirnex - Li Zozanê Laleşînê dema berxbirinê ye

20-07-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Laleşîn Elkê Şirnex Festîvala Berxbirînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li zozanê Laleşînê yên Elkê dema berxbirînê ye û ev çalakî her sal bi festîvaleke rengîn tê lidarxistin.

Zozanê Laleşînê di nava çiyayên asê yê Kato de ye û girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ye.

Ew zom û zozan, zêdetirî sed sala ye ku warê koçera ye.

Zozaniyan dîsa konê xwe vedane, kuçik pêxistine û amadekariyên festîvala berxbirînê dikin.

Şaredarî û qaymeqamiya Elkê festîvalê li dar dixin.

Armanca wan ji vê festîvalê ewe ku çand û şahiya berxbirînê wekî berê her zindî bimîne û derbasî nifşên nû bibe.

Festîvalê 19ê mehê de dest pê kir dê heta 21 ê Tîrmehê dewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de nava rojê çalakî û pêşwaziyên cûda tên lidarxistin û bi şev jî gelek hunermendên Kurd û Tirk yên naskirî dê konsertan bidin.

Li aliyekî kalemêr û pîrejin di hêşa konan de ketina xeyalên zozanan, li aliyekî din ciwan û zarok bêhna kevneşopiya bav û kalên xwe hildimijin.

“Piştî berxbirê xelkê deynên xwe didan”

Koçerê bi navê Tahir Ulaş behsa ajeldariyê dike û wiha diaxive:

Berê milet feqîr bû, hemû îdareya wan li ser pez bû. Mesela payîzê hemû erzaqên xwe ji dikanan dikirîn heta dema berxbirinê.

 Di dema berxbirînê de kavirên xwe yên nêr difrotin, yên mê jî dibirîn nav pezên xwe. Kom dibûn û kêf dikirin. Bi wî awayî deynên wî erzaqê sala berê standibûn dida.”

“Zozanên me gelekî xweş in”

Koçera bi navê Semiha Balê jî behsa zozanên herêmê dike û li gorî gotina wê, zozanên herêmê gelek xweş in û gelek kes diçin zozanên wan.

Herwiha koçera bi navê Cewahîr Çokdoganê jî behsa dotina pez û karên ajeldariyê kir û wiha got:

“Em rojê du caran pez didoşin.Tînin germ dikin, dikin mast, meşkê dikêlin, penêr çêdikin. Hema blêje em hemûyan dikin.”

Festîval ji aliyê şaredarî û qeymeqamtiya Elkê tê sazkirin.

Armanca festîvalê jî ew e ku çand û şahiya berxbirê wekî berê her zindî bimîne û derbasî nifşên nû bibe.

“Ev bûye adeta bav û bapîrên me”

Şaredarê Navçeya Elkê Kamil Durmuş jî li ser festîvalê wiha got:

"Li herêma me ev festîval tenê li Bêşebabê tê lidarxistin. 

Gundên derdorê vê nakin lê me wekî xelkê Bêşebabê ev xistiye kevneşopiya bav û bapîrên xwe em ji bîr nakin.

Înşelah heta mirinê jî yê dewam be bi îzna Xwedê."

Festîvalê 19ê mehê de dest pê kir û dê heta 21ê Tîrmehê dewam bike.

Di her sê şevên festîvalê de Hozan Fatê, dengbêj Mesût Cizîrî, hunermend Selçûk Balci û hunermendên heremî dê her şev konsertan li dar bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst