Dengbêj Taha Bozdemîr: Di malbata min de tenê dayika min bi Kurdî diaxivî

Hewlêr (Rûdaw) - Dengbêj Taha Bozdemir diyar kir ku di nava malbata wî de bi tenê dayika wî bi Kurdî diaxivî.

Taha Bozdemîr dengbêjekî navdar ê Kurd e, ew ji devera çiyayî ya bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî gotina Taha Bozdemîr, ji bilî dayîka wî hemû endamên malbata wî bi Tirkî diaxivin.

Taha Bozdemîr bû mêvanê “Podcasta Dengên Viyanê” ya Rûdawê ku Keremo pêşkşêş dike.

Taha Bozdemîr behsa serboriya jiyana xwe kir û wiha got:

“Dayika min di malbata min de tenê ji ber ku bi Tirkî nizanîbû bi Kurdî diaxivî, min teşwîq kir ku bi Kurdî bistirêm û ji min xwest ez bi Kurdî bistirêm.

Tevî ku ji zarokatiya xwe ve tenê em bi Tirkî diaxivîn jî, lê hezkirina min a ji bo zimanê Kurdî, ji ber dêya xwe bi hemû hêza xwe min hewl da ku ez bi Kurdî bistirêm."

Taha Bozdemîr di berdewamiyê jî de wiha got:

"Li Bakurê Kurdistanê dengbêjî hunereke gelekî taybet e.

Hîn jîndar e û nifş bi nifş stranbêjî berdewam dike. Dengbêjî yek ji xebatên herî girîng ên ahengan e."

Lînkê bitikîne û li podcasta Dengên Viyanê guhdar bike:

https://podcast.rudaw.net/episode/dengbej-teha-bozdemyr-lenew-xezanekemanda-tenya-daykm-be-kwrdi-qsey-dekrd