Êlih: Şaredariyê careke din Mala Dengbêjan vekir

20-07-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Êlihê Mala Dengbêjan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li bajêr careke din Mala Denbêjan vekir ku di serdema qeyûmê de hatibû girtin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê piştî ku di hilbijartinên 31ê Adarê de şaredarî careke din ketin destê DEM Partiyê, xebat û çalakiyên çandî û hunerî yên Kurdî careke din dest pê kir.

Herî dawî li parêzgeha Êlihê bi beşdariya Seroka Şaredariyê Gulistan Sonukê Mala Denbêjan careke din hat vekirin ku di serdema qeyûm de hatibû girtin û li parêzgehê çalakiyên denbêjiyê ji nû ve dest pê kir.

DEM Partiyê bi helekfta vekirina Mala Denbêjan yekem çalakî da destpêkirin.

Di çalakiyê de denbêj Perîxana Şirnexî, Ahmedê Xiyî, Evdilê Koçer, Evdilezîzê Koçer, Heyderê Xiyî û Salihê Qubînî cih girt û kilamên xwe gotin.

Çalakî heta derengê şevê berdewam bû û gelek welatî jî beşdarî çalakiyê bûn û guh dan kilamên denbêjiyê.

“Dê li parkên cûda ev çalakî berdewam bin”

Seroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonukê ragihand ku ew dê li ser piştevanîkirina hunera dengbêjiyê berdewam bin û got:

“Di pêvajoya pêşiya me de dê li parkên cûda ev çalakî berdewam bin.

Em dê li ser civandina xelkê xwe li dor mîratên me yên çandî berdewam bin.”

Şaredariya Êlihê piştî derdora du serdem ji rêveberiya qeyûman di hilbijartinên 31ê Adara 2024an bi rêjeya ji sedî 64,5ê dengan careke din ket destê DEM Partiyê û Gulistan Sonuk bû Seroka Şaredariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst