Ganî Mîrzo ji bo Rojava û Şingalê li Spanyayê konseran saz dike

20-05-2021
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Ganî Mîrzo Spanya Rojavayê Kurdistanê Şingal Zarok Hunermendê Kurd Mîrzo Muzîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Ganî Mîrzo ji bo piştevaniya zarokên li Rojavayê Kurdistanê û Şingalê rêze konserekê li herêmên Navara û Baskê yên Spanyayê saz dike.

Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo ji Rûdawê ragihand ku ew dê ligel hejmareke muzîkjenên biyanî 5 konseran li herêmên Navara û Baskê yên Spanyayê pêk bînin.

Ganî Mîrzo diyar kir ku ew konser li bajarên Burlada, Bilbao, Tafalla, Estella û Irun hem bi amadebûna guhdaran û bi awayê online dibe.

Mîrzo da zanîn ew weke bi kom ligel  hunermendên wek Îbrahîm Keivo, Neila Benbey, Juan Jose Barreda, Josean Martin û Fran Lasuen konseran lidar bixin.

Hunermendê Kurd herwiha eşkere kir ku ew reze konser bi havkariya herdu hiûmetên herêmêm Navara û Baskê dibin û dahata wan jî bo projeya berhevkirina amûrên muzîkê ye ji bo zarokên li Rojavayê Kurdistanê û Şingalê.

Ji destpêka kriz û şerê navxwe yê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Ganî Mîrzo dixwaze denge êşa xelkê deverê bigihîne cîhanê û alîkariyan bike.

Ew hunermendê Kurd heta niha di gelek platforman de bûye dengê qurbaniyên şer û herî dawî jî projeyeke berhevkirina amûrên muzîkê bo zarokên Rojavayê Kurdistanê û Şingalê daye destpêkirin û li komelgeha Xanê Sorê atolya muzikê bi navê “Mîrzo Muzîk” vekiriye û biryar e di demen pêş de yekê li Qamişlo jî veke.

Ganî di çarçoveya projeya xwe de heta niha derdora 500 amûrên muzikê berhev kirine û derbasî Şingal û Rojavayê Kurdistanê kirine.

Ganî Mîrzo gelek xelat wergirtine

Ganî Mîrzo ku heta niha gelek xelatên navdewletî wergirtine, sala 1968an li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn zêdetirî 20 sal ku ev awazsazê Kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst