Dengbêj Mihemedê Neniyasî û Zîlan Tîgrîs dê li Amedê bên bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo dengbêj Mihemedê Neniyasî û hunermend Zîlan Tîgrîs ên ku li Amedê di erdhejê de di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan dê bernameya bîranînê bê lidarxistin.

Bername bi organîzeya Wêjegeh Amed û moderatoriya Rahîm Kiliç wê di 25'ê Adarê demjimşr 15.00an de bê lidarxistin.

Di bernameyê de dê Udi Yervant, Koçer, Mihemedê Tapê, Zeynep Yaş, Ferat Memetoğlu, Deniz Karakaş, Zilan Alparslan û Cemalê Nenîyasî beşdar bibin.

Wêjegeh Amed daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Di vê dema dijwar de, ji bo ku em êşên xwe bi hev re parve bikin û digel hemû dijwarîyan, pala xwe bidin nirxên xwe yên çandî ku bi mawey salan rê li ber me xistine û ji bo ku em meyla xwe bidin ser jîyanê, em tên cem hev.”

Mihemedê Nenîyasî kî ye?

Mihemedê Nenîyasî, di sala 1947’an de, li gundê Nenîyas yê bi ser Licê ve, di malbateke ku kevneşopa dengbêjîyê tê de geş û zindî bû, ji dayika xwe re çêbû. Di dîwanên dengbêjên navdar ên dema xwe de ku bav, kal û apên wî datanîn, bi kilamên dengbêjan mezin bû.

Malbata wî ya ku li gund, debara xwe bi cotkarîyê dikir, di sala 1968’an de bar kir çû Amedê. Mihemedê Nenîyasî, ji hêlekê ve esnafî dikir ji hêla din ve jî di dîwanên dost, kesûkarên xwe de dengbêjîya xwe domand. Di sala 2005’an de, li Amedê Mala Dengbêjan hat avakirin û ew û birayê xwe Cemalê Nenîyasî bûn dengbêjên nasyar yên Mala Dengbêjan. Hunermend, di sala 2022’yan de, bi awayekî fermî nasnavê guhêzkarê mîrateya çandî ya ne şênber wergirt. Mihemedê Nenîîyasî, bi dehan berhemên xwe ve û bi gelek kilaman ve ku bi usûlên gotina kilaman ew berhev kiribûn, bi salan ked di ber de da da ku kevneşopa çanda Kurdan, bi rêya Dengbêjîyê derbasî nifşa ciwan bibe û di siberojê de were gotin.

Zîlan Tîgrîs kî ye?

Zîlan Tîgrîs, di sala 1972’yan de li Amedê, ji dê û bavekî Ermen û li maleke ku lê Kurdî û Ermenîkî dihat axaftin, ji dayika xwe re çêbû. Dêya wê Cemîla Xanim, eleqe û nêzikatîyeke zêde nîşanî muzîkê dida û hevaltîya wê bi Ayşe Şan re hebû ku Ayşe Şan, jina Kurd di muzîkê de heyî û xuyanî kiribû. Dêya wê, bi vê eleqeya xwe ve, piştgirîya keça xwe Zîlan Tîgrîs kir.

Di gava xwendina xwe ya dibistana navîn û lîseyê de, bala wê li ser kilam û stranan bû û di sala 1990’î de wekî stranbêj hat hilbijartin ji bo koroya muzîka gel ya ku li şaredarîya Amedê hat avakirin û ev yek bû sedem ku stranbêjîya wê bigihîje rehendeke profesyonel. Bi salan, li şaredarîya Amedê, xebatên çandî û muzîkî kirin. Li Amedê, koroya yekem ya zarokan, koroya yekem ya kevanîyan û koroya ciwanan ava kirin û bi salan şeftîya wan koroyan kirin. Gava wê ev xebatên xwe dikirin, di heman demê, di sala 2006’an de, li Konservatuara Zanîngeha Dîcleyê de perwerdehîya dengî hilda.

Hunermendê, di sala 1992’yan de, albûmeke bi navê “Îro”, di sala 1998’an de albûmeke bi navê “Edlê”, bi tevayî du albûmên Kurdî, di sala 2018’an de jî, albûmeke Tirkî ya bi navê “Geliver” amade kir. Bi salan bala xwe da jêderk û zengînîyên pirçandî û pirzimanî yên cografyayê û di xebatên xwe de, bi muzîka xwe ve bal kişand ser fikra ku dibêje; gel ancax dikarin bi ziman û bi mîrateyên xwe yên çandî heyî bin. Hunermendê, di heman demê de jî, hewl da hemû derfetên hunerê yên yekker bi kar bîne û ji bo bicîanîna wan fikrên xwe jî proje çêkirin û pêk anîn.