Kovara Psychology Kurdî bi mijara ‘zayendî û civak’ derket

20-02-2020
RÛDAW
Nîşan Psychology Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî 4 sal li pey xwe hişt. Hejmara 10emîn a kovarê derket. Kovar di ‎vê hejmarê de balê dikişîne ser mijarên wek “Zayendî û civak.” ‎

Hejmara 10emîn nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derçû. Kovara ku di sala 2016an de dest bi ‎weşanê kiriye, bi hejmara 10emîn 4 saliya xwe pîroz dike.

Kovar çar mehan carek ‎derdikeve. Edîtorên kovarê di vê hejmara xwe ya nû de wekî dosyayê berê xwe dane mijara “Zayendî ‎û Civakê.” Xwestine ku bi vê dosyeyê bi awayekî berfireh li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî, ‎bêpergaliyên erka zayendiyê” hûr bibin da ku hin pirsên civakê bibersivînin. Bi vê armancê cih dane ‎gelek pisporên vê qadê û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.‎

Naveroka hejmara 10emîn a kovarê wiha ye: ‎‎

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Dîn, Trawma û Bêpergaliya Obsesîf-Kompulsîf -‎Hevbandoriya Trawma, Reftara Şûştinê ya Kompulsîf û Girêdaniya Dînî bi Jinên Penaber ên Tecawizkirî ‎re- Xebateke Berawirdkirî” ku ji îngilîzî wergerandiye, cih dide xebateke xwe ya zanistî û rê û rêbaz, ‎analîza daneyên xebatê û encama lêkolînê bi xwendevanan re parve dike. ‎

Slavoj Zizek bi nivîsa xwe ya “Qaşo Bihêzbûna Jinê û Herikbariya Zayenda Civakî Amûrên Dawî yên ‎Kapîtalîzma Şirketî ne” ku Necat Keskîn ji îngilîzî wergerandiye, behsa wê dike ku kapîtalîzm zayendiyê ‎çawa dixe bin bandora xwe û rê li ber xwe-objekirina jinê vedike. ‎

Doç. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa xwe ya “Êdî Dinya Bû Qirêj” ku Mahmût Ceylan ji tirkî wergerandiye, ‎li ser qirêjiya gelek tiştan radiweste û bersiva pirsa “divê em bo vê qirêjiyê çi bikin”ê ji xwendevanan re ‎vedibêje. ‎

Prof. Dr. Arşaluys Kayir li ser mijarên “zayend, zayendî, zayendîtî û pirsgirêkên zayendiyê” yek ji wan ‎kesan e ku gelek xebat û lêkolîn kirine. Li ser van mijaran bi mamoste re hevpeyvîneke berfireh kir da ‎ku xwendevanên kovarê jê sûd werbigirin. ‎

Prof. Dr. Doğan Şahîn bi nivîsa xwe ya “Orgazm û Azadî”yê ku Kenan Ormek ji tirkî wergerandiye kurd, ‎dide dûv pirsa gelo di navbera orgazm û azadiyê de peywendiyek heye an na? Heger hebe ev ‎peywendiyeke çawa ye? Şahîn li ser vî esasî disekine û bi awayekî hûrgilî serê xwe bi vê mijarê diêşîne. ‎

Derûnnas Mihemed Elî Alûcî bi nivîsa xwe ya “Hevzayendî û Bêpergaliyên Zayendî û Zayendîtiyê” bi ‎awayekî berfireh li ser mijarên hevzayendî, bêpergaliyên zayendî û zayendîtiyê û dermankirina van ‎bêpergaliyan radiweste. ‎

Derûnnas Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs û Mêrên Vajînîsmûsê, Zayendî û Bêpergaliyên ‎Fonksiyonên Zayendî”yê bi hurgilî li ser vajînîsmûs, bêpergaliyên fonksiyonên zayendî hûr dibe. ‎

Prof. Dr. Cebraîl Kisa bi nivîsa xwe ya “Şeva Pêşî Çawa Dibe Sedema Tirsê?” ku Şengul Ogûr ji tirkî ‎wergerandiye kurdî, bi awayekî berfireh li ser tirsa şeva pêşî radiweste û sedemên vê ji me re rave ‎dike.‎

Dr. Nurettin Beltekîn bi nivîsa xwe ya bi navê “Ruhê Însanan de ‎Nuqteyê Tarî” behsa girîngiya zimanê dayîkê di perwerdehiyê de û rûdanên trawmatîk ên têkildarî vê ‎mijarê dike. ‎

Dr. Sabahattin Şen bi nivîsa xwe ya “Seksûalîzasyona Kurdîtiyê di Sînemaya Tirkî de” ku Siyabend Aslan ji ‎tirkî wergerandiye, bi hûrgilî û bi mînakan behsa sekzûalîzekirina kurdîtiyê ya di sînemaya tirkî de dike. ‎

Herwiha Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya “Peywendîya Zayendî û Bedenî de Rijnayişê ‎Ferasetê Bedeno Arzûnêbîyaye”, Derûnnas Baran Gursel bi nivîsa xwe ya “Em Hemû Penaber in, Em ‎Hemû Karker in, Em Hemû Civak in” ku Reşo Ronahî ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Leyla Nisêbînî bi ‎nivîsa xwe ya “Pratîk û Polîtîkayên li ser Zayendiyê”, Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendiyê ‎Murat Caymaz bi nivîsa xwe ya “Zayendî û Derûniya Jinan”, Derûnnas Gulistan Barik bi nivîsa xwe ya “Bi ‎Nêrîneke Dîrokî û Civakî Keçanî”, Şêwirmendê Derûniyê Emrah Akbaş bi nivîsa xwe ya “Saw û Cûreyên ‎Wê” di kovarê de cih digirin. Mêvanê kovarê yê beşa “Pirs û Bersiv”ê jî helbestvan  Berken Bereh e. ‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst