Şêwekar Omran 8 hezar km dûrî welatê xwe, hewl dide bibe rengê welatê xwe

20-01-2020
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Di tabloyên Omran Şêxmûs de êş û jana civaka Kurdî ciheke taybet digrin
Di tabloyên Omran Şêxmûs de êş û jana civaka Kurdî ciheke taybet digrin
Nîşan Omran Şêxmûs Şêwekar Rojavayê Kurdistanê Qezakistan
A+ A-

Almata (Rûdaw) - Omran Şêxmûs yek ji şêwekarên navdar ên Qezakistanê ye û ew li Rojavayş Kurdistanê ji dayîk bûye û beşa şêwekarî li Almatayê xwendiye. Di tabloyên Omran Şêxmûs de êş û jana civaka Kurdî ciheke taybet digrin.

Hunera Razber an jî hunera mucered, weke hêleke hunerê, ji serê sedsala 20an destpê dike, ku tê de şêwkar, nexşandina diyarde û heyberên rastîn red dikin.

Cimbûşa rengan, kompozîsyon, xêz û qoziyên ku ew diafirînin, hemî rê dide temaşevanan ku hin heybrên madî yên li gorî hizra şêwkar, bibînin, an na bibînin.

Beriya ku dest bi nexşandina wêneyekê bike, şêwekar Omran Şêxnûs  eskîz, an ku  pêşnumayan  nakşîne û rengan ji pêş de hilnabijêre. Reng, xwe bi xwe têkel dibin û dîmenên ji raboriya di bin hişê şêwekarê de, bere bere dirijin ser kitanê.

Dehfdêra ji bo yekemîn nimûneyên wêneyên mucerd, berhemên muzîkê bixwe bûne. Omran jî, hewl dide li tabloyên xwe, karîgeriyê ku muzîk li ser guhdaran çêkiriye, bidest bixe.

Li tabloyên Omran Şêxmûs êş û jana civak ciheke taybet digrin. Qêrîna jinên Şingalê, nalîna dayikên Kobanî ji nava van rengan rasterast digihêje temaşevanê.

Omran Şêxmûs ji Rojavayê Kurdistanê ye. Ew li Zankoya Şamê dest bi fêrbûna hunerên ciwan dike, diçe Moskowê, da ku li wir perwrdehiya hunerî berdewam bike. Lê ew derfet nakeve destê wî. Derbasî Qezakistanê dibe û bi neçarî endaziyariya neft û gaze dixwîne. Heta niha li Almatayê dijî û diafirîne. Omran 8 hezar kilometer dûrî ji welatê xwe, hewl dide bi hunerê xwe ve bibe deng û rengê welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst