Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê navdar ê Kurd Mûsa Zaxuranî, li nexweşxaneya Hewlêrê koça dawî kir.

Mûsa Zaxuranî ku ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ev çend sal in, bi nexweşiyên giran re têdikoşiya.

Di rojên dawî de rewşa tenduristiya wî xerab bûbû û îro serê sibehê ji nava me bar kir.

Mûsa Zaxuranî kî ye?

Mûsa Osman Xelef ku wekî Mûsa Zaxuranî tê nasîn, sala 1955an li gundê Letîfiyeyê ya girêdayî bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Gundê helbestvanê Kurd li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê cih digire.

Zaxuranî, xwendina xwe ya seretayî li gundê Letîfiyeyê û dibistana navîn û amadeyî jî li dibitanên Qamişloyê xwendiye.

Zaxuranî, sala 1973yan bawernameya bakaloryayê wergirt û ji sala 1969an ve gelek helbestên bi zimanê Erebî û Kurdî nivîsîne.

Berhemên wî di gelek rojname û kovarên Kurdî de hatine belavkirin.

Hinek ji helbestên wê yên navdar jî ev in: “Metîn”, “Stêr”, “Gelawêj”, “Gurzek Gul – Zanîn”…

Zaxuranî sala 2007an, li Sûriyeyê bû endama Komîteya Festîvala Helbestên Kurdî.

Helbestvanê Kurd sala 2011an bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê bûye, ji aliyê Hêzên Ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ve hat girtin û rastî şkenceyeke tund hat.

Mûsa Zaxuranî gelek berhem li pey xwe hêştine.

Berhemên wî yên hatine çapkirin ev in:

Govendek Helbest, Bûka Helbestan û Landika Helbestan.

Xelatên ku wergirtine:

Xelata helbestvan Mela Nûriyê Hesarî, Xelata Helbestvan Emerê Lalê û Xelata rêzlêgirtinê ji şaxê Duhokê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê.

Cenazeyê Mûsa Zaxuranî ji bo merajîma binaxkirinê birin Rojavayê Kurdistanê.