Hozan Brader dîwaneke helbestan belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar, Hozan Brader dîwaneke helbestan a bi navê ‘Siwarê Evînê’ belav kir.

Hunermendê Kurd Hozan Brader, beşdarî bernameya Helo Kurdistan a Radioya Rûdawê bû û ragihand ku gelek helbest û berhemên wî hene û diyar dike ku wî bi mebesta parastina wan ev dîwan amade kiriye û hemû tê de kom kirine.

Hozan Birader dibêje, “Ya rastî fikreke min a wiha nebû, ez dixwazim bi nasnameya xwe ya hunermendiyê bêm naskirin. Ji ber hindê min xwest berhemên xwe biparêzim û mayînde bikim.”

Pirtûka Siwarê Evînê ku tê de 230 helbestên Hozan Birader hene, ji 250 rûpelan pêk tê.