Mihemed Elî Şakir: Min gelek stran dane hunermendên mezin

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Mihemed Elî Şakir bû mêvanê bernameya Awazên Rojavayê Kurdistanê ya Radyoya Rûdawê û behsa huner û jiyana xwe kir.

Mihemed Elî Şakir ji Rûdaw re got, ku wî gelek stran û awaz dane gelek hunermendên Kurd ên navdar, ji wan jî hunermendê koçkirî yê bi nav û deng Mihemed Şêxo.

Mihemed Elî Şakir dibêje, ku stranên Gewrê, Zeynebê, Li Ber Dilê Min Pir Şêrîne, Ez Keçika Kurdî Me, û Gava li Me Hilat Îd û Efrefat, wî ev stran çêkirine û yên wî ne, lê hunermendê koçkirî Mihemed Şêxo strane.

Mihemed Elî Şakir di sala 1946 li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bû, derçûyê beşa zimanê Îngîlîzî ya Zenîngeha Helebê ye , di sala 1968 li gel malbata xwe li bajarê Serê Kaniyê bicih bûn û li wir mamostetî kir.

Ji sala 1963an ve jiyana wî ya hunerî dest pê kir, dema amûra ûdê ya mamostekî Ereb li gund jê kirî wî û birayê xwe Mehmud Ezîz Şakir, yekem stran bi navê `Zeynebê` berhem anîn di sala 1968 an de bû ku hunermend Yûsif Berazî (Bê Buhar) jê re tekûz û sererast kir.

Hejmara stranên ku wî bi xwe berhem anîne ji helbest û awazên wî 300 stran in û 48 stran awaz yên wî ne, lê helbest ne yên wî ne mina Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Buhar û Deham Ebdulfetah.

Gelek hunermendan jî stranên wî gotine mîna birayê wî Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo, Mistefa Xalid, Şehrîbana Kudrî, Gulîstan Perwer, Cemîla Mistefa, Zoy û gelekên din.

Beşek ji ji stranên wî ev in; Gewrê, Ez Keçika Kurdî Me, Eyd û Erfat, Li Ber Dilêmin Şêrîn e, Ez Dil Ketim Wan Çavan.

Piştî ku Serê Kaniyê ket destê grûpên çekdar û wêran bû, berê xwe da bajarê Amûdê, mala xezûrê û ta niha li wir e û li bendê ye ku vegere mala xwe li Serê Kaniyê, mala hunerê ya ku çekdarên Sultan Murad kiriye zindan.