Beytocan: Stranên xwe bifiroşim mîna ku Kurdistanê bifiroşim

19-06-2021
Hêmin Ebdullah
Hunermendê Kurd ê navdar Beytocan ev demek e ji ber nexweşiya şêrpençê li Swêdê çareseriyê werdigire
Hunermendê Kurd ê navdar Beytocan ev demek e ji ber nexweşiya şêrpençê li Swêdê çareseriyê werdigire
Nîşan Beytocan Kurd Kurdî Kurdistan Hunermendê Kurd
A+ A-

Beytocan dibêje, “Dewleta Alman got, `em strana te bikin ya xwe`, çi dixwazî em bidin te. Min got, ew a Kurdan e ne ya min. Ha min ew firotiye ha min Kurdistan firotiye.”

Hunermendê Kurd ê navdar dibêje, “Min ji her kesî/ê re kaset çêdikirin, heta xwişka Eyşeşan jî. Min  ji tevan re çêkiriye. Kasetên Kurdî çiqas heye li Bakur min ji teva re alîkarî kiriye min çêkiriye.”

Li ser dawîn aloziyên di navbera hêzên Kurdî de jî Beytocan rica dike,  “Kuştina Kurd êdî qedexe ye, nabe ku şer derkeve, çi menfeeta me heye? Ez rica dikim ev yek dernekeve.”

Beytocan behsa dizîna berhemên xwe ji aliyê Îbrahîm Tatlises ve jî dike û dibêje, “Min ew rezîl kir, qîmeta wî tine ye, ez naxwazim behsa tiştên wiha bikim. Însanê rezîl rezîl e. Dizekî dizek e ji xwe.”

Hunermendê Kurd ê navdar Beytocan ku ev demeke ji ber nexweşiya şêrpençê li Swêdê çareseriyê werdigire, yekem car e piştî başbûna rewşa tendirustiya xwe hevpeyvînekê dide.

Beytocan di vê hevpeyvîna taybet de li gel Hêmin Ebdullah ku di bernameya Diyasporayê de belav bû, behsa nexweşiya xwe, xewna vegera bo Kurdistanê, jiyan û kar û xebatên hunerî dike.

Rûdaw: Niha tendirustiya te çawa ye?

Silav ji te re jî, hûn bi xêr hatin. Ez bi xêr hatim dinyayê hûn jî bi xêr hatin Swêd, bawer bike ev ..a didoyan e, ez çûbûm ji xwe min gotibû. Alîkariyek û çareseriyek pir mezin ji min re kirine, heya ku dinyayê dibînim ev ji min re diyariyek e, ew dibêjin ber bi başiyê ve diçe ez jî wisa bawer dikim lewma îro em bi hev re ne.

Di vê heyamê de ku ewqas nexweş bûyî, tu her mijûlî karê hunerî bûyî, lê bi şêweyekî din... ev çawa bû?

Belê, beşek çeneya min ji vî alî derxistin û avêtin, hestiyek ji piyê min derxistine û danîne li şûna wî, ez bi zorê diaxivim, nikarim nan bixwim, nikarim dermanê xwe ji devê xwe bistînim. Bi xortumê dikarim av û qehweyê vexwim, ew jî hêdî hêdî. Min pir xwest ez strana binivîsim lê pêçiyên min êşiyan, min nedikarî pênûs bigirim, nexweşiyek pir ecêb e, her roj bedena min diguhere, her roj. Duh û îro ez ne wek hev im, ev nexweşî çiqas diçe ber bi başiyê ve diçe. Yanî hinek kêmasiyên xwe çêdike. Huner her gavê di mejiyê min de heye, niha jî min hinek nivisandiye. Lê qeweta min tune ye ez melodiya wê çêbikim yan li ser bixebitim. Bê muzîk ez nikarim bijîm.

Ew stranên ku tu kar li ser dikî, bo xwe hildigirî an didî hunermendên din?

Tiştên hinek biçûk hene navê xwe jî nanivîsim didim wan.Ew qediyaye. Ez ji ciwanan pir hez dikim sibe ew dê werin şûna me, eger em wan biparêzin. Xwezî îmkanên min hebûna, stûdyoyek min hebûya min ji wan re muzîka Kurdî çêbikira. Ne henek e. Welatekî bê kultur weke ku damarek wî tune be. Pir muhîm e, tiştên biçûk ez didim wan, ji xwe ne yên min in.

Di vê heyama ku tu nexweş bûyî, hevrêyên te li te digeriyan?

Ê min wê demê 54 rojan nikariya xeber bidim. Dema telefon dikirin telefon girêdayî birayê min bûye, ne min bersiv daye, hinekan bersiv nestendine bila li qisûrê nenêrin, ez hê nû dikarim bersiva wan bidim, baş nayê fehmkirin lê îdare dike.

Tu dizanî ku li Kurdistanê jî dilê gelek kesan li gel te bû?

Kurdistan tiştek din e ... gava ez yekem car çûbûm wê derê 2010 bû ez bawer im, ez mêvan bûm. Dema min Kurdistan dît lerzek ket min, ez lerizîm. Hingî xweş e... înşallah ez dê dîsa herim.

Hunermend bi giştî divê klîpan çê bikin û heta reklaman jî bikin ta bigihijin xelkê, lê tu tenê bi sazek û bêyî klîp ketiye nav dilê xelkê, te çawa karî vê bikî?

(Bi ken) Ev pirsek pir zehmet e, ka ez çawa çûme wir, eger mirov ji wan bipirse ev pir zor e nizanim. Dizanî gelê Kurd gelekî pir meqbûl e, pir ciwan e, pir xweş e, tiştek xweşik biqefile dev jê bernade, ew esaleta wî ye ne ya min e. Ew xweş e. Reklam ew carna lazim dibe ji hinekan re bila çêbikin, zerera wê tune ye. .... staranan çêdikin ji bo ticaretê ê me ne wisa ye lo, hema min tiştek amade kiribe ez ji bo gelê xwe çêdikim, ne ji bo tiştekê, tenê ji bo gel e. Eger ku ez wan aciz nekim ev ji bo min serwetek pir mezin e, ez pir dewlemendim ha! Ev gel ewqas ji min hez dike.

Beytullahê Farqinî dibe Beytoca, çîroka vê çawa ye?

Bavê min şêxê Farqînê bû û navê wî Şêxzade bû. Ji dinyayê ji siyasetê ji tişt mişta fehm nedikir, eleqeya wî pê tune bûye, gava diçe hecê ... dibêje eger kur be, wî çaxê nedizanîn ka kur e yan jî keç e tabî, dibêje eger kurik be ez dê navê te daynim, navê Beytullah daniye, ...ez îfleh nebûme. Heneka dikim. Beytocan. Min ji her kesî/ê re kaset çêdikirin, heta xwişka Eyşeşan jî. Min  ji tevan re çêkiriye. Qesetên Kurdî çiqas heye li Bakur min ji teva re alîkarî kiriye min çêkiriye. Min hez dikir yanî.

Bavê te digot stranbêjî heram e?

Nexêr nexêr, çunkî hem li min digeriyan, ez li Stenbolê bûm, min li mala xwe dinêrî encax bi wî şiklî min dikarîbû li stûdyoyên wan kar bikim. Gotin kurdî serbest e lê di pratîkê de ne serbest bû, kî derkeve ser avê, wan berhev bikim. Ji min re digotin kî hebe tu alîkarî dikî dibêjî wiha bixwîne, wiha gotinan jê re binivîse, çima tu ji xwe re çênakî? yaw min got piştî vî emrî ez çawa ji xwe re çêkim. Min soz daye bavê xwe ez naxwînim heta ew çûye rehmetê, min xwendiye.

Hertişt. Saz heram, top heram, pisqilêt heram, ev tev heram bûn. Di nav hebûnê de me tunebûn dikişand. mirûdên wî qebul nakin, kurê şêx wiha dike, mesele ew e ku îşê wî xirab bibe.

Şêx fedî li mirûdan dikir ku kurê wî stranan bibêje?

Ez ba ... dixebitiyam. Bela xwe li wî da û digot kurê min çawa ji te re dixebite, kurê şêx çawa dixebite. Ê tu sin`etek tune di destê me de. Teşqela çep û rast hat serê me, ew jî qismet nebû.

Çîroka Beytocan...

Helbet ez teva nikarim bêjim pir dûr û dirêj e. Hevalek min heye navê wî Selamî Şahîn, li Tirkiyê bi nav û deng e, gelek hunermend bi xêra wî bûne hunermend. Ew guh li çi stranekê bigire dizane çi ye. Dema min stran got, heta dawiya guhdarî kir. Kêfa wî hat û got tu bi can distrî. Got Beytullah navê Ereba ye, ew jî Ereb e, navê wî bûye Selamî Şahîn. Însanek pir xweşik e henekvan e got te bi can xwendiye divê em bikin Beytocan. Navê min wî çêkiriye, ne min çêkiriye. Gel jî qebul kiriye, spas dikim.

Di stranên te de ez navê Hecî dibihîzim, ew Hecî kî ye û çîroka wî çi ye?

(Bi ken) Ez ji Heciyan qehirîbûm, ji min diqehirin, ez jî jê qehirîbûm,  ew hinek hene pir fena ne, yeman in ew, min xwe kiribû şûna Hecî, ez dixwazim keçikê bixapînim, lê keçik naxape, diran jî nemaye di devê min de, şerm jî nakim hê dixwazim wê bixapînim, tiştek wisa henek bû. Stranên min ez nafikrim ku ez tiştek çêbikim, hema te hew dît ji ber xwe de çêdibe. Gotinek were hişê min, ez xwe nakim mehkûmê wê gotinê, ez wê li wê derê dihêlim. Mehek du meh şûnde lêdinêrim. Wisa ji min re dişînin. Ez bikevim stresê de nikarim ji nav derkevim.

Çima stranên te ne gelek in?

Min 4 album çêkirine, albumek Tirkiyê nehiştin, "Yan Mirin Yan Diyarbekir" gerilayek dixwîne, strana min. Gelek hatiye xwendin, lê Tirkiyê CDyên wê nehiştin. Te dî weke ku min got, ez tenê bi serê xwe me. Bi serê xwe mirov nagihe her tiştê. niha tenêbûn ji bo xweda ye. Tiştek lazim bibe, organîzeyek tune be, tu bi serê xwe nagihî her tiştî. Em bê îmkan bûn. Dizanî çawa ye! Rihê xwe bişîne Kurdistanê lê binêre û li gor wê binivîse tiştek pir zehmet e.

Sala 1991an tu hatî Swêdê, lê dema mirov guh dide stranên te diçe çiyayên Kurdistanê ev çawa çêdibe?

Ji xwe tu rihê xwe mejiyê xwe neşînî, nebî wê derê tu nikarî wê derê binivîsînî.

Tu rih û mejiye xwe dişînî Kurdistanê?

Eynen wisa ye. Pir zehmet e yanî.

Gelek kesan stranên te gotine, te çima tenê li ser Tatlises gilî tomar kir? Çima?

Îbrahîm yê 33an e xwendiye, tevî min 32 kes in yên stranên min xwendine. Kê xwendibe destûr xwestiye. Zekeriya jî hatiye vir destûr xwestiye, min qet negotiye tiştekê jî, min ji kesê re negotiye nexwînin. Lê kê dilê min xweş kiriye destûr stendiye ji min, min gotiye fermo. Ji bo wê stranê dewleta Alman ji min re gotiye em wê stranê bikin tekela xwe. Çi dixwazî em bidin te. Min gotiye ew ya Kurda ye, ew ne ya we ye. Nadim we.

Dewleta Almanya ji te re got...

Belê ... fîrmayek e... belkî 60 sal e ew sazî heye, dinyayê dixwe, min gotiye na. Ha min ew firotiye ha min Kurdistan firotiye.

Îbrahîm (Tatlises) wisa nekir?

Gava dihat Ewropayê silav ji min re dişand, temam. Em hevdû nas dikin, min telefona wî kir, min got telefona Îbrahîm ji min re bînin, min eskerî nekiriye, pereyê eskeriyê bila bide, ez herim Tirkiyê. Diya min çû rehmetê nizanim gora wê li ku derê ye, birayê min çûye nizanim gora wî li ku ye, xwişka min çûye, ez hîna nizanim gora van li ku ye. Pereyê eskeriyê bide ez herim gora mezinên xwe bibîniim, ez heta niha jî nizanim li ku ye, heta ku ez çûm. Telefonek da min, min telefon kir. Got ev îstasyona benzînê ye dê nîv saet şûnde were. Ez û xanima xwe jî em ji xwe re rûniştibûn, me jî got tu îşê Îbrahîm tune dê li me bigere. Min dît telefon lêda, min rakir Îbrahîm e. Got te li min geriyaye, ez pir keyfxweş bûme çawanî baş î? Min pir silav ji te re şandine.

Bi Kurmancî diaxivî?

Na bi Tirkî. Got fermo bêje daxwaza te çi ye tu li min geriyayî, xêr bû? Min got meseleyek wisa heye eger tu hel bikî. Tu heqê eskeriya min bide ez dixwazim herim Tirkiyê gora merivên xwe bibînim. Got baş e ser çavên min. got çiqas e? Min got ez nizanim parêzer dibêjin. Got 30 qat jî be ne muhim e. Ez dê hel bikim, yekî bişîne ji min re, pêwîst e li vir were razandin. Me yek şand, du mehan li pey geriya, ne telefon rast bû ne tiştek, me ew camêr jî şand  ji karê xwe derket. Ez êşiyam. 6 meh derbas dibe, radibe starana “Agir Ketiye Dilê Min Dixwîne”  bê destûr. Navê min jî nanivîsîne. Ev çawa çêbû, wiha got ji me re û wiha kir.

Te gilî li ser wî tomar kir û te qezenc kir...

Min ew rezîl kir, qîmeta wî tine ye, ez naxwazim behsa tiştên wiha bikim. Însanê rezîl rezîl e. Dizekî dizek e jixwe.

Sala 2014an tu vegeriyayî Bakurê Kurdistanê bê ku Îbrahîm alîkariya te bike û te dadgeh jî qezenc kir. Tu çûyî Diyarbekirê...

Diyarbekir ne li gora stranê min bû, eleqeya starnên min pê tune bû, tiştek bi vî awayî tune, bawer bike derketime televizyonê, ji min dipirsin te Diyarbekir çawa dît, min got Diyarbekir digirî. Bawer bike ez niha herim ez dê bêjim dimire. Eleqadarê wê tune ye.

Başûr çawa bû?

Başûr ji min re wek şekir bû, ez dixwazim herim Başûr. Bila odeyek xaniyek biçûk bidin min, ez dê hinek bi ciwanan re bixebitim.

Çima dixwazî vegerî Kurdistanê? çima Başûr?

Ez heta niha 29 sal in li Swêdê me, bera min dan hatim vir, tam CDya min teqiyaye, her yek hatiye ji bo ku bixwînin hicûmê min dikin, Kurdî û Tirkî, ez nikarim nefes bistînim. Ji bo zarokan ez reviyam hatim vê derê. Bawer bikin bi ya min ezê du-sê sal din vegerim, ne mimkin e, hesabê mirov li hevdû nabe, ez spasiya dewleta Swêdê dikim, lê ne welatê min e. Bêhn dikim, ne bêhna min e, av vedixwim ne ava min e, xewn, ne xewna min e, ez dixwazim herim. Ez naxxwazim herim Bakur, ez ji Bakur aciz bûme, çima aciz bûme ew dizanin, guheriye, bûye tiştek din, nizanim.

Tu li Farqînê jidayîk bûyî û te Bakurê Kurdistanê bicî hişt, cara duyem piştî nexweşiyê tu dixwazî vegerî Kurdistanê?

Ez dixwazim li wê derê bijîm, li vir tiştek ku ez bikim tune ye, Bakur ne li gor min e. Ez dizanim, ez dê biêşim li wir, Başûr tam cihê min  e, ku min qebûl bikin ez dixwazim herim wê derê.

Van rojan tirs heye careke din şerê birakujiyê derkeve, tu li ser vê yekê çi dibêjî?

Belê ev sê-çar roj in ez pir aciz im, karê acizbûnê nîne, ji herkesê jî dipirsim, çunkî hinek tiştan guhertî dinivîsin ez naxwazim, ... min niha fehm kiriye ez dizanim, pêwîst e kuştina Kurd êdî qedexe bibe, ha Başûr ha nizam çi, pêwîst e ev êdî rabin.  Başûr, Bakur, nizam çi... ev çi ye. Ev bila rabin êdî, ev bila rabin êdî.  Kuştina Kurd êdî qedexe ye, nabe ku şer derkeve, çi menfeeta me heye ji vê hewara Xwedê?, Meriv hişê xwe bîne serê xwe. Nahêlin qirka me girtine, em pê dizanin, ez rica dikim ev yek dernekeve, bila neherimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst